Di çalakiya sabotajê ya li Amedê de 5 leşker hatin kuştin

HPG'ê li navçeya Licê ya Amedê li dijî erebeyeke zirxî ya bi tîpa Kobra çalakiyeke sabotajê li dar xist. Di çalakiyê de 5 leşker hatin kuştin, 4 leşker jî birîndar bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiya gerîla ya li navçeya Licê ya Amedê û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ev agahî dan.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

"Roja 25'ê Nîsanê êvarê saet di 19:00'an de li ser rêya Amed-Çewlikê hêzên me li artêşa TC a dagirker xistin. Çalakî li nêzî gundê Kilêberê yê navçeya Licê bi rengê sabotajê hate kirin û di encamê de xisareke mezin li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra ket. Di çalakiyê de 5 leşkerên dijmin hatin kuştin, 4 jî birîndar bûn. Hêzên dijmin piştî çalakiyê bi piştgiriya balafirên keşfê hatin cihê çalakiyê û bi ambulansan leşkerên xwe yên mirî û birîndar birin Licê. Di vê çalakiya serkeftî de tu zerar li hêzên me nebû.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Li gorî vê yekê, 30'ê Nîsanê (duh) saet di 10:30'an de Tepê Heqarî yê Metîna, duh êvarê saet di 20:30'an de Qada Çiravê ya Garê hatin bombekirin. Bomberdûmanê zerar negihand hêzên me."


Mijarên Din