Di çalakiyên gerîla de li Heftanînê 5 leşker hatin kuştin

Li herêma Heftanînê ya Başûrê Kursdistanê di encama çalakiyên gerîla de 5 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Her wiha li Sêrtê jî li dijî erbeyeke artêşa Tirk çalakiyeke sabotajê hate lidarxistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên dawîn ên gerîla daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de hêzên me 4'ê Tebaxê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî li dar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha ne:

Hêzên me saet di 17:30'î de li dijî leşkerên dijmin ên li ser Girê Şehîd Adar çalakiyeke sûîqestê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hate cezakirin.

Hêzên me saet di 18:55'an de li qada Xantûrê li dijî dagirkerên li ser Girê Şehîd Berxwedan çalakiyek pêk anîn. Ji du baskan ve li çeper û stargehên dijmin hate reşandin û di encamê de 2 kozik û kozikeke çeka giran a A4 hatin rûxandin, bi giştî 4 leşkerên dijmin hatin cezakirin. Ev çalakî ji bo bîranîna sivîlên 26'ê Tîrmehê li Barmene hatin qetilkirin hate lidarxistin.

4'ê Tebaxê saet di 13:10'an de hêzên me li Sêrtê li dijî wesayiteke artêşa TC a dagirker ku ji qereqola Erbo diçû qada Hana Hevêl çalakiya sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de ku derb li wesayita dijmin hate xistin, hejmara leşkerên hatin cezakirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin."


Mijarên Din