Di çalakiyên sekvaniyê yên HRE’yê de 2 çete hatin kuştin

HRE’yê daxuyand ku li Efrîn û Ezazê 2 çalakiyên sekvaniyê li dar xistine û di van çalakiyan de 2 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatine kuştin.

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kir ku hêzên wan li Şera ya Efrînê û herêma Ezazê li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker 2 çalakiyên sekvaniyê li dar xistine û di çalakiyan de2 çete hatine kuştin.

Berfirahiya daxuyaniyê wiha ye:

“Hêzên me bi 2 çalakiyên cuda yên sekvanî li dijî çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirk li herêma Efrîn û Ezazê li dar xistin.

Di 14 Pûşperê de tîmeke me bi çalakiyeke sekvanî çeteyên girêdayî artêşa dagirker a Tirk li derdora gundê Meryemîn ê ser bi navçeya Şera ve kir armanc, di encamê de çeteyek hat kuştin.

Di 16 Pûşperê de tîmeke me bi çalakiyeke sekvanî çeteyekî girêdayî artêşa dagirker a Tirk li derdora gundê Kefer Xaşir ê herêma Ezazê kuşt.”


Mijarên Din