Di çalakiyên Xezayê de 83 Filistînî birîndar bûn

Di çarçoveya çalakiyên "Meşa Mezin a Vegerê" de 83 Filistînî bi fîşekên hêzên Îsraîlê birîndar bûn.

Nûçegihanê me ji Xezayê diyar kir ku 83 welatiyên Filistînê bi fişekên hêzên Îsraîlê birîndar bûn, di nav de rewşên giran hene.

Nûçegihanê me ragihand ku girseyeke qerebalex beşdarî xwepêşandanê bûn û got leşkerên Îsraîlê bi fîşek û bombeyên gazê êrîşî çalakgeran kirin.

Welatiyên Filistînê ji 30‘yê Adara 2018‘an ve her înê li dijî dorpêça li ser Xezayê û daxwaza vegera welatiyên ku ji sala 1948‘an de ji warê xwe hatine derxistin çalakiyan li ser sînor lidar dixin.

ANHA


Mijarên Din