Di çapemeniya erebî de rojevên îro

Rojnameyên erebî yên îro îşaret pê kir ku di demekê de ku QSD’ê dest bi çalakiyên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li gundewarên Dêrazorê kir, hêzên rejîmê bi alîkariya Rûsyayê topbarana li herêmên bêçek didomîne. Helwestên kolandinê yên Tirkiyê yên neqanûnî der barê gazê de ji aliyê hêzên navdewletî ve tê redkirin û Enqere tetbîqatên leşkerî mezin dike.

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa meydanî ya Sûriyê, operasyonên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), tevliheviya li Deryaya Spî ji ber Tirkiyê û aloziya Cezayir, Sûdan û Lîbyayê kir.

El-Quds El-Erebî: Sûriyê; zêdetirî nîv milyon kes ji ber êrîşên leşkerî yên rejîmê û hevalbendên wê li Idlib û Hemayê koçber bûne

Rojnameya El-Quds El-Erebî der barê rewşa meydanî li “herêmên bêçek” de wiha nivîsand: "Topbarana hêzên rejîma Sûriyê, Rûsya û komên girêdayî Îranê li herêmên bêçek bû sedema ku bi nîv miylon sivîl ji gund, bajar û bajarokên xwe koçber bibin."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de wiha got: "Piraniya koçberan berê xwe da sînorê Sûriye – Tirkiyê li bajarokê Etme, Weqah, Dêr Hesen, Kefer Losîn, her wiha nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê li herêmên bêçek. Piraniya koçberan di nava rewşên pir zehmet de dijîn. Her wiha alîkariyên ku ji wan re têne pêşkêşkirin, pir kêm in û rêxistin nikarin pêwîstiya hejmara mezin a koçberan pêk bînin."

Rojnameyê di nûçeya xwe de diyar kir ku ji 25`ê Nîsanê ve hêzên rejîma Sûriyê û hevalbendên wan topbarana li ser herêmên bêçêk zêde kiriye, her wiha operasyonên leşkerî dikin. Di encama wê de herêmên ku mirov tê de dijîn û di bin serweriya opozîsyonê de bûn, xistin bin serweriya xwe.

El-Şerq El-Ewset: Meclisa Ewlehiyê der barê bakur û rojavayê Sûriyê de civîneke awarte li dar dixe

Di vê derbarê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Meclisa Ewlehiyê li ser xwesteka Belçîka, Almanya û Kiwêt îro ji bo nîqaşkirina şerê li hinek herêmên bakurê rojavayê Sûriyê, civîneke awarte li dar dixe. Ev yek jî nerehetiya sekreterê giştî yê Netweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres zêde dike."

Rojnameyê ji dîplomatan nas kir ku wekîlê sekreterê giştî yê NY`yê yê kar û barên mirovî û koordînasyonê yê alîkariya awarte Mark Lokok dê der barê rewşa mirovî de li hinek herêman agahiyan bide. Ji wan kampa Neyrib a koçberên Filistînê ya nêzê Helebê. Li gorî agahiyan ku herî kêm 10 sivîl hatine kuştin û 30 kesên din jî birîndar bûne. Li gorî ajansa NY`yê ya ji bo alîkariya koçberên Filistînê û xebitandina wan di rojhilata jêrin de (UNRWA) bi daxuyaniyekê diyar kir ku malbat ji bo fitara Remezanê kom bûbûn, moşek li kampa Neyrib a koçberên Filistînê ket û wiha nivîsand: "Di nava kuştiyan de 4 zarok hene. Yê herî biçûk 6 salî ye û heta niha rewşa birîndaran xirab e."

El-Beyan: "Sûriya Demokratîk" li pey şaneyên DAIŞ`ê yên li Dêrazorê ye

Rojnameya El-Beyan der barê peyketina şaneyên DAIŞ`ê de wiha nivîsand: "Hêzên Sûriya Demokratîk dest bi operasyonên li dijî şaneyên veşartî yên rêxsitina DAIŞ`ê li gundewarên bakurê Dêrazorê ya rojhilatê Sûriyê kir. Li gorî daxuyaniyeke ku ji aliyê QSD`ê ve derketiye ku di encama operasyonê de heta niha herî kêm 20 çekdar hatine girtin. Cihên ku xwe tê de vedişartin hatin diyarkirin, 2 tunelên ku çek û cebilxane di wan de dihatin veşartin, li nêzî gundê Şihîl hatin dîtin."

El-Beyan di nivîsa xwe de wiha got:"Hêzên Sûriya Demokratîk li derdora bajarokê Şihîl dest bi operasyonê kir. 20 terorîst hatin girtin. Cihên ku çeteyan xwe tê de vedişart, her wiha 2 tunelên ku terorîstan ji êrîşan re bi kar dianîn û miqdarek çek û cebilxane hatin dîtin."

El-Ereb: Ajandayên tevlihev li hev kom dibin da ku rewşa herêmên Hêzên Sûriya Demokratîk tevlihev bikin

Rojnameya El-Eereb di vê derbarê de wiha diyar kir: "Hêzên Sûriya Demokratîk ji bo tesbîtkirina serweriya xwe li rojhilatê Firatê di dema hebûna şaneyên veşartî yên rêxistina DAIŞ`ê de, zehmetiyan dibîne. Hinek aliyên girêdayî Şamê û hinek ên Enqereyê hewl didin li wan herêman tevliheviyê derxin."

Rojnameyê got Hêzên Sûriya Demokratîk ku destekê ji Amerîkayê digirin, herî dawî li dijî terorîstên ku girêdanên wan bi rêxistina îslamî re hene li bajarokê Şihîl ê stratejîk li parêzgeha Dêrazorê ya rojhilatê Sûriyê dest bi operasyonê kir.

Ew herêm beriya niha bi çend hefteyan xwepêşandan li dijî hêzên bi serkêşiya Yekîneyên Parastina Gel ên kurdî, derketin. Bê ka kî li pey van xwepêşandanan e, der barê vê yekê de agahiyên tevlihev derketin. Gelek kes Tirkiyê bi vê yekê tawanbar dikin û hinek kesên din jî dibêjin ku destê rejîma Sûriyê tê de heye.

Cezayîr

Der barê rewşa Cezayîrê de rojnameya El-Quds El-Erebî ji çavkaniyan eşkere kir ku serokwezîrê Cezayîrê yê berê Ehmed Uyehye fermî roja çarşemê ji navenda avakirina dewletê li Sahil derket, ew yek jî li ser fermana gelek kesayatên payebilind ku beriya meha Remezanê jê derkeve, pêk hat.

Tirkiye

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnameya El-Ereb wiha got: "Tevî redkirina helwestên navneteweyî der barê karên Tirkiyê yên neqanûnî de ku li nêzî berava Qibrisê li gazê digerin, Enqereyê biryar da ku toranên beravî mezin bi navê "Gurê Avê 2019" li dar bixe, ev gavek e ku îflasa siyasî ya Tirkiyê nîşan dide.

Kendav

Der barê nakokiyên li herêma Kendava Erebî, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Serokê meclisa neteweyî ya Kiwêtê Merzûq El-Xanim hişyarî da şerê li herêma Kendavê, ji ber ku çalakiyên leşkerî yên Amerîkayê ku gihaştine herêmê da ku li pêşiya Îranê bisekinin, di civîneke veşartî de ku meclisê banga wê kiribû da ku bi hikumetê re pêşbirkên herêmî yên heyî lêkolîn bikin. El-Xanim ragihand ku hikumeta Kiwêtê guman dike ku şerek li Kendavê pêk were.

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya El-Heyat wiha got: "Berdevkê fermî yê Hêzên Koalîsyona Piştgiriya Şeriyê li Yemenê Tirkî El-Malikî diyar kir ku fermandariya hêzên hevbeş a koalîsyonê hin encamên çalakiyên li herêmê radestî tîma hevbeş a nirxandinên qezeyan kir, Malikî got fermandariya hêzên hevbeş a koalîsyonê lêvegera tedbîran bi dawî kir, li ser bingeha tiştê hatiye eşkere kirin ku dibe kesên mirî di çalakiya hûsiyan de hebin.”

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha got: "Helwesta Romayê ya rawestandina şerê li Terablûsê û dest bi diyaloga siyasî bikin, bêyî ku li daxwazên hikumeta El-Wifaq û çekdarên wê ku artêşa xwe ji cihên wê vekişînin, eynî helwesta Parîsê ye, nêzîkatiyeke Fransa û Îtalyayê der barê aloziya Lîbya lezkirina gihandina sererastkirina siyasî li ser baregeha hevpeymana Ebo Zebî ye, Serokê hikumeta Îtaliya Giuseppe Conti dema ku fermandariya giştî ya artêşa Lîbya Xelîfe Hefter ku 2 seatan li Romayê dirêj kir wiha got: "Min banga rawestandina şer kir, ez bawer dikim ku ew ê di rêya çareseriya siyasî ve bimeşin". Her wiha serokatiya Feransa duh got ku ew ê di hefteya pêşîn de Macron û Hefter hev bibînin.

(jo-bx)


Mijarên Din