Di çarçoveya rêwîtiyên vegerê de 191 kes ji Kampa Holê derketin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêwîtiya 13 a rêwîtiyên vegera koçberên Kampa Holê yên ku dixwazin vegerin warên xwe meşand. Di vê rêwîtiyê de 191 kes ji 44 malbatan vegerîn.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya Rêveberiya Kampa Holê rêwîtiyê vegera koçberan bi dirûşmeya Rêwîtiya Vegerê didomîne. Koçberên ku dixwazin vegerin warên xwe bi dabînin şêx êlên herêmê ji kampê derdikevin.

Di kampa Holê de li rojhilatê bajarê Hesekê bi 45 km, îro kerwanek ku ji 67 erebeyan pêk dihat  ji Kampa Holê ber bi herêmên cuda yên bajarê Dêrazorê ve li ger girtekên ewlekariyê ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn derket.

Li gorî Rêveberiya Kampa Holê di rêwîtiya 13 de 191 jin û zarok ji şêniyên Dêrazro, gundewarên bakur û bakurê rojava ji kampê derketin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di rêwîtiya 12 de ya di 14`ê Sibatê de 35 malbat ji şêniyên bajarên Reqa û Tebqa ji kampê derxistin.

Kampa Holê mezintirîn kampên herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê hesibandin. Di kampê de niha zêdetirî 66 hezar kes ji koçber û paneberên Iraqê dimînin tevî malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên sûrî, iraqî û biyanî.

(şx)

ANHA


Mijarên Din