Di çarçoveya xweparastina ji Koronavîrusê…Hemleyên paqijkirinê berdewam in

Komîteya Şaredariyan û Jîngehê ya Kantona Hesekê û Şaredariya Gel a Kantona Şehbayê, piştî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin kes bi Koronavîrusê ketin, dest bi hemleya paqijkirina kolan û taxên sereke kirin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şaneya Aloziyê bi armanca xweparastina ji Koronavîrusê qedexeya derketina derve li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ferz kir.

Di vê çarçoveyê de beriya du rojan Komîteya Şaredarî û Jîngehê ya Kantona Hesekê dest bi hemleya paqijkirin û dezenfetekirina taxên li bajêr kirin. Komîteya Şaredarî û Jîhgehê di komîteya şaneya kirîzê de beşeke sereke ye.

'PIŞTÎ DEZENFETEKIRINA BAJÊR EW Ê BAJAROK Û NAVÇEYÊN KANTONÊ JÎ DEZENFETE BIBIN'

Komîteyê di roja yekemîn a hemleyê de navçeya Xerbî ya li bajêr, kolana Dêrê û gerac dezenfete kirin, di roja duyemîn jî Taxa Til Hecer paqij kirin. Di vê der barê de hevserokê Komîteya Şaredarî û Jîngehê yê Kantona Hesekê Abdullxefûr Oso diyar kir ku wê tevahiya taxên bajêr werin paqijkirin, her wiha piştî hemleya dezenfetekirinê bi dawî bikin ew ê li bajarokên girêdayî kantonê jî dest bi hemleyê bikin.

Abdullxefûr Oso da zanîn ku armanca hemleya paqijkirinê ew e ku şênî hayedar bin û xwe ji koronayê biparêzin.

Komîteyê du sehrîc û hejmareke agirkuj ji bo paqijkirinê veqetand. Her sehrîcek 100 bermîl av radike û madeya kilorê dixin nav. Komîte ji 6:00 êvarê de dest bi kar dikin, anku dema çûn û hatin namîne.

'DIVÊ KOMBÛN ÇÊNEBE'

Abdullxefûr Oso bang li şêniyên kir ku hişyar bin, kombûnan çênekin, dûr hev du bikevin, li paqijiya mala xwe hayedar bin û bi vî awayî şêniyên herêmê biparêzin.

HEMLEYÊN DEZENFETEKIRINÊ GIŞTÎ LI FAFÎN Û EHRES

Şaredariyên navçeyên Fafîn û Ehres yên kantona Şehbayê bi beşdarbûna endamên komînan û meclisa navçeyê dest bi hemleya paqijkirin û dezenfetekirinê kolanên sereke kirin .

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, duh ragihand ku kesê duyemîn ku bi koronavîrusê ketibû li kantona Şehbayê jiyana xwe ji dest da.

Hevserokê şaredariya navçeya Fafîn Mihemed Ehmed di axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku baldar bin ji paqijiya kesayetî û ya giştî.

(eh)

ANHA


Mijarên Din