Di çeperên pêşîn ên Berxwedana Rûmetê de malbateke Ermenî

Li Rojavayê Kurdistanê yekemîn malbata Ermenî Serkîs e ku di 2011‘an de tev li nav refên şoreşê bûye, heya niha li dijî dagirkeran welatê xwe diparêze.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrişên xwe yên li ser navçeya Til Temir dewam dikin. Meclisa Leşkerî a Asûriyan, Ermeniyan û Suryaniyan di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan didin. Di çeperên pêş de malbatên Ermenî jî ji bo parastina axa xwe dikin hene.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de yekem malbata Ermenî di nav şoreşa Rojava de malbata Serkîs e . Ev 8 sal in, endamên malbata Serkîs jin, hevjîn û zarokên wan Nînwa, Sîlva û Talîn  bi baweriyek gelek mezin wekî ku ew dibejin cîhê xwe di malbata mezin de girtine. Niha jî li navçeya Til Temir li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li berxwe didin.

Hêza xwe ji fikrê Rêber Apo wergirt

Solîn Serkîs ku dayîka 8 zarokan e 3 zarok û hevjînê xwe re çeperên herî pêş de cîh digrin. Solîn ji bo tevlîbûna wê ya şervantiyê re dibejê ku mafê xwe di şervantiyê de dîtiyê û berdewam dike: “Ez, hevjîn û 3 keçên xwe ji destpêkê sala 2012‘an ve li dijî çeteyên Cebeht El-Nûsra me şer kir. Wekî jinek Ermenî min hêza xwe destpêkê ji fikrê Rêber Apo girt. Yekemîn malbata Ermenî ya ku li dijî êrişan tevlî leşkertiyê bûn malbata min e.  Bi tevlîbûnê heya niha me çekê şeref û namûsê li xwe kirine. Ez bi vê gelek keyfxweş im û nikarim hestên xwe bînim ser ziman. Ev çek wê her hebûna me û tinebûna çeteyan têde bin.”

‘Malbata esas hêza me ye’

Solîn beriya tev libibe û piştî ku tev li bû di jiyana wê de çi guhertin çêbûye wiha dibêje: “Beriya ez tev li bibim min bi malbata xwe difikirî. Lê malbata min a mezin û esas hêza me ye.  Heger ez nikaribim malbata xwe ya mezin biparêzim nikarim malbat û zarokê xwe jî biparêzim. Îro çeteyên dagirker êriş me dikin lê tu carî çavên min paş zarokê min yên biçûk namîne. Ji ber zarokên min jî bi felsefeya Rêber Apo re hatine perwerde kirin. Em malbatê bi ax, welat, serok û hevalên xwe difikirin.”  

‘Êriş heman şêwazên komkujiya Ermenan e’

Solîn êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî nûjenkirina qirkirina Eremeniyan pênase kir û got: “Komkujiya ser me Ermenan pêk anîn niha jî heman şêwaz û hişmendiyê re êrişî me dikin. Di van êrişan de komkujiya me ya Ermenan tê bîra me.  Erdogan ne îslam, pêkhatêyan ne jî olên cûda nas dike û mirovatî li gel wan tine ye. Bila qet nefikirin ku em ê binkevin. Em ji 7 salî heya 70 salî bi felsefa  Rêber Apo re hatine perwerdekirin. Bila Erdogan qet nebêjê Ermen, Suryan, Asûrî, Kurd, Ereb tinene, li hember dagirkeriyê em hemû bûne yek.  Yek ji pêkhateyan bimînê jî wê li hember dagirkeriyê li ber xwe bide, nahelê ew axa me bê dagir kirin û wê  goristana Erdogan jî li vir be.”

‘8 salin tenê navê çeteyan tê guhertin’

Solîn 8 salên êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha şîrove dike: “Dewleta Tirk a dagirker destpêkê bi navê Cebhet El-Nûsra êriş kir û me wan têk bir paşê bi navê DAIŞ êriş kir me dîsa wan têk bir niha jî bi çeteyên xwe re eşkerê êriş dike. Dewleta Tirk a dagirker tenê navê çeteyan diguhere. Lê ew tu carî bi nav sernakevin.”

‘Kurdistana Ermeniyan û Kurdan bikin yek perçe’

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrişî Til Temir dewam dikin. Solîn ji bo wan êrişan dibejê: “Di komkujiya Ermeniyan de hêza me ya leşkerî tine bû lê niha hêza me heye. Em ê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê ji Rojava giştî derbixin. Em ê Waşûkanî û Efrînê rizgar bikin. Hêzên me tu carî perçe nabe. Em ji balafirên wan natirsin û bi hêza xwe balafirên wan jî bişkînin. Çawa Kurdistan kirin çar perçe Kurdistana Ermeniyan jî kirin dû perçe. Em dev ji axa ji vir bernadin û Kurdistana Ermeniyan jî bernadin. Kurdistana Ermeniyan û ya Kurdan bibe yek perçe.”

‘Parastina ax ji bo me şeref e’

Hevjînê Solîn Hosep Serkîs jî endamê Tabûra Ermeniyan a Şehîd Nûbar Ozanyan e. Di komkujiya Ermeniyan a ku bi destê dewleta Osmanî pêk hat gelek xizmên wan hatin qetilkirin. Malbata Serkîs piştî komkujiyê neçar man ku koçber bibe. Hosep diyar kir ku niha jî li vir planên tinekirina wan dikin û dibejê: “Ne tenê Ermen tinekirina hemû pêkhateyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di wan planên dewleta Tirk a dagirker de ye. Em li dijî fikra dagirkirina herêmên me  di çeperên herî pêş de li berxwe didin.  Li ser xeta Xabûr meclisa me di çarçoveya parastina rewa de bersiv didin dagirkeran.  Ev saleke di Meclisa Leşkerî ya Ermeniyan de cîh digrin.  Li ser fikrê parastina axa xwe ev 8 sal in li dijî dagirkeran li berxwe didin.  Em ji çeteyan natirsin û ti carî axa xwe jî bernadin. Ev axa me ye, em ê axa xwe heya dawî biparêzin û heger şehadet jî hebe em ê şehîd bikevin. Parastina erd ji bo min şerefeke gelek mezin e. Ji bo wê jî ez û malbata xwe bûne şervan. ”

Malbat vegerin û erdê xwe biparêzin

Malbata Ermenî bang li hemû malbatên derve û yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên Ermenî, Suryan, Kildan, Asûrî kir ku li dijî wan dagirkeran bisekinin û tevlî Meclisa Leşkerî yên Suryan, Asûrî, Ermeniyan bibin da ku erdê xwe biparêzin.

ANHA


Mijarên Din