Di cîhanê de 820 milyon kes birçî ne

Raporeke navneteweyî rêjeya kesên di sala 2018`an de birçî ne kifş kir û diyar kir ku beramberî sala derbasbûyî bi qasî 9 milyon kes zêde bûye û hejmara mirovên bi birçîtiyê re rû bi rû ne, 820 milyon e.

Raporeke salane ya rewşa ewlehiya xwarin û xwetêrkirinê di cîhanê de, tekez kir ku hejmara berê 811 milyon bû.

Tê zanîn ku 2018 sala sêyem e ku rêjeya birçîbûnê tê de zêde dibe û rêjeya herî bilind li Afrîkayê ye û bi berdewamî bilind dibe.

Ajansên Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku raporên nû di sala 2030`an de hewla pêkanîna armanca geşepêdanên tunekirina biçîbûnê dikin, tekez kirin.

Rêjeya herî bilind a birçîbûnê li Afrîkayê derketiye û bi berdewamî zêde dibe.

Di heman demê de hejmara herî zêde ya kêmasiya xwetêrkirinê li Asyayê ye û digihîje 500 milyonî.

(eh)


Mijarên Din