Di civîna MÎT û ENKS’ê ya li Efrînê de çi hat plankirin

Çavkaniyeke pêbawer diyar kir ku li Efrînê MÎT’ê bi endamên ENKS’ê re civînek li dar xistiye û di civînê de hatiye diyarkirin ku ji bo çalakiyên serkeftî yên di Efrînê de bên qelskirin, divê li rojhilatê Sûriyê bi taybet jî di heremên serbixwe de bûyerên teqînê pêk bînin û valahiyeke ewlehiyê çêkin. Hat destnîşankirin ku eger ev plan bi ser bikeve, mimkun e dewleta Tirk operasyoneke giştî jî pêk bîne.

Hat diyarkirin ku ji ber komên girêdayî artêşa Tirk ên di Efrînê de ji ber çalakiyên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) yên serkeftî tengav bûne, serî li rêyên cur bi cur didin. Li gorî çavkaniyeke ewle diyar kir ku di 12’ê Tîrmehê de di seatên piştî nîvro de MÎT û ENKS’ê li avahiya Navenda Meclisa Heremê ya li Efrînê civîneke awarte li dar xistiye. Civîna ku di pêşengiya endamekî payebilind ê MÎT’ê yê bi navê kod Kevser de zêdetirî 2 seatan dom kiriye, pêk hatiye. Bi endamên ENKS’ê yên ku wek ekîba Îbrahîm Biro, Evdilhekîm Beşar, Fûad Elîko tên zanîn re, hatiye çêkirin.

Xwestin ENKS dîplomasiyê bi pêş bixe

Li gorî nûçeya ku Ajansa Mezopotamya (MA) derbaskiriye, çavkaniya pêbawer, destnîşan kir ku rojeva civînê ya sereke li ser çalakiyên ji aliyê Hêzên Rizgariya Efrînê tên kirin, bû. Çavkanî ragihand ku endamê MÎT’ê yê bi navê kod Kevser ku civîn bi rê ve dibir, diyar kiriye ku van çalakiyan heman komên çekdar ên girêdayî wan û hem jî ewlehiya bajêr bêzar kiriye û ji bo vê jî divê plansaziyeke xurt bê derxistin.

Hat diyarkirin ku di civînê de biryara ji bo pêşî li çalakiyên di Efrînê de pêk tên, bê girtin divê yekîneyên van hêzan yek bi yek îmha bikin, eger nebe jî wan bixin bin kontrola xwe. Di civînê de hatiye destnîşankirin ku divê ENKS bi awayekî fermî di asta navneteweyî de pêleke zextê (dîplomasî bê meşandin) bide destpêkirin da ku çalakiyên ji aliyê Hêzên Rizgariya Efrînê ve tên kirin, bidin rawestandin.

Armanc rojhilatê Firatê ye

Çavkanî ragihand ku dê endamên ENKS’ê yên ji aliyê MÎT’ê ve hatine perwerdekirin, ji Efrînê bişînin rojhilatê Firatê û aktîf bikin, ji bo ku di hêla ewlekariyê de valahî bê derxistin hin teqînên ku di nava civakê de deng derxe, pêk bînin û li hemberî rêveberiya PYD’ê bêbaweriyê çêkin. Hat destnîşankirin ku ev endamên ENKS’ê dê bi taybet li Minbic, Hesekê, Tebqa û hin bajarên herêma Cizîrê bên belavkirin û ev kesên bên şandin, dê li gorî talîmatên MÎT’ê tev bigerin.

Di civînê de hatiye gotin ku ji bo bêbawerî li hemberî Asayîş, Rêveberiya Xweser û QSD’ê çêbe, pêwîst bike dê wek hêzên dewleta Tirk an jî MÎT’ê teqînên bên kirin, bigire ser xwe.

Her wiha çavkanî diyar kir ku di civînê de nîqaş hatiye kirin ku eger ev plan bi ser bikeve, mimkun e leşkerên dewleta Tirk operasyoneke êrîşê ya giştî li ser rojhilatê Firatê pêk bînin.

Di rojên dawîn de artêşa Tirk gelek leşker û amûrên leşkerî sewqê sînorên Rojava û Bakurê Kurdistanê kirin.


Mijarên Din