Di civîna PYD'ê de banga xurtkirina yekitiyê li hemberî şerê taybet hate kirin

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Ebdulkerîm Saroxan bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk yekitiya xwe xurt bikin û biratiya gelan bi pêş bixin.

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), di çarçoveya civînên xwe de yên bi gel re, bi şêniyên bajarokê Girbawî yê bajarê Qamişlo re civiya. Di civînê de rewşa siyasî, rêbazên şerê taybet ku dagirkeriya Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dimeşîne nirxand.

Bi dehan şêniyên bajaroka Girbawî û gundên derdora wê di civînê de amade bûn.

Endamê Meclisa Giştî ya PYD'ê Ebdulkerîm Saroxan geşedanên siyasî li ser asta herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand û bang li şêniyan kir ku hesasiyeta pêvajoyê nas bikin.

Saroxan got: "Şerê taybet ên ku aliyên derve û hundirîn dimeşîne ji bo xirabkirina ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û belavkirina tevliheviyê ye.

Saroxan destnîşan kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrişên Tirkiyê yekitiya xwe xurt bikin, biratiya gelan bi pêş bixin û xwe di nava komîn û meclisên herêmî de birêxistin bikin.

ANHA


Mijarên Din