‘Di Danûstandinên Tirkiyê-Amerîka ya der barê avakirina mekanîzmeyeke ewle de, gavên girin hatin avêtin’

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku di danûstandinên vê hefteyê yên di navbera DYA û Tirkiyê de der barê avakirina mekanîzmeyeke ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gavên giring hatin avêtin.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo li ser Twitterê ragihand ku danûstandinên  di navbera DYA û Tirkiyê de yên der barê avakirina mekanîzmaya ewle li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, gavên girîng bixwe re anîn, da ku metirsiyên ewlehiyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê werin çareserkirin.

Pompeo wiha got: "Avakirina "herêma ewle" wê gaveke giring be ji bo pêkanîna aşitî û ewlehiyê.”

Piştî diyalogên ku 3 rojan dewam kir û di navbera rayedarên leşkerî yên Tirkiye û Amerîkayê de beşar bûn, roja çarşemê Tirkiyê ragihand ku der barê avakirina "herêma ewle" ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, wan li hev kir, di heman demê de Pentagonê avakirina odeya operasyonên hevbeş ên li Tirkiyê piştrast kir.

Heta niha têkildarî hevpeymanê tu daxuyaniyên fermî nehatine ragihandin û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku li herêmê dijîn, vê yekê red dikin.

(eh)


Mijarên Din