Di dehan welatiyên Rojava ji Başûr vegeriyan

Bi dehan şêniyên herêmên Cizîr û Efrînê ji Başûrê Kurdistanê vegeriyan warê xwe Rojava.

4 otobûsên bi welatiyên herêmên Cizîr û Efrînê barkirî ji kampa Perdareş a li Başûrê Kurdistanê di deriyê Sêmalkayê re derbasî Rojava bûn.

Berdevkê deriyê Sêmalkayê Şêrzad Osman diyar kir ku 201 şêniyên herêmên Cizîrê û Efrînê ji Başûrê Kurdistanê vegeriyan warê xwe.

Ji ber êrişên dawî yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku 9‘ê Comtehê destpê kir, gelek kes koçber bûn û bi sedan şehîd û birîndar bûn.

ANHA

 


Mijarên Din