Di dema dewriyeya Rûsya-Tirkiyê de teqînek pêk hat

Li herêma Erîha ya gundewarên başûrê Idlibê dema dewriyeya hevpar a Rûsya-Tirkiyê pêk dihat, dengê teqînekê hat.

Îro di saetên sibê de dewriyeyeke hevbeş a Rûsya û Tirkiyê li ser rêya navneteweyî ya Laziqiye-Helebê derket. Dewriye ji gundê Tirinbê yê gundewarên Seraqib dest pê kir û gihaşt bajarê Erîha yê başûrê Idlibê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku li herêma Erîha ya gundewarên başûrê Idlibê dema dewriyayê hevbeş derketibû, dengê teqînekê hat bihîstin. Her wiha li herêmê amadekariyên gel hene ku lihevkirina Rûsya – Tirkiyê ji bo derketina dewriyeyên hevbeş protesto bikin.

Ev dewriyeya 10`emîn e li ser rêya M4 derdikeve. Tê zanîn ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ku destekê ji dewleta Tirk a dagirker digirin, dewriyeya hevbeş kiribû hedef.

(bx)


Mijarên Din