Di dema qedexeyê de hevkariya hunermendan; Efrîn Art

Efrîn Art projeyeke hunerî ye ku di dema qedexeyê de derket. Şêwaker bi rêya wê hewl didin hunerên xwe bi hev re parve bikin û xebatên hunerî bi pêş bixin.

Li herêmên Sûriyê yên cuda ji bo rêgirtina li pêşiya derketina Koronavîrusê qedexeya derketina derve hate ferzkirin. Vê biryarê bi xwe re jiyana şêniyan a rojane guhert.

Di hewldanekê de ji bo ku sûd ji vê rewşê bê girtin, komeke şêwekar, wênesaz û hunermendên endamên Kombûna Çandî ya Helebê projeyeke hunerî bi navê `Efrîn Art` pêşkêş kir. Ew proje ji 27 şêwekaran pêk tê. Bi rêya dezgehên medyaya civakî xwe digihînin hev. Hunermend ji vê projeyê armanc dikin, behreyên xwe bi pêş bixin û tecrubeyên xwe bi hev re parve bikin.

Di projeyê de her hunermendek di odeyekê de di mala xwe de wêneyekê têra dîwarê wê odeyê xêz dike. Piştre bi rêya sepanên (application) li ser înternetê nêrînên hev du digirin û tecrubeya xwe parve dikin. Tevî ku semînerên hunerî didin û nêrînên xwe girêdayî mijarekê parve dikin. Armanca sereke ya projeyê, semînerên hunerî û parvekirina tecrubeyên hunermendan e.

Wênesaz Royar Bekir berpirsa komîteya Efrîn Art  dibêje proje ji du mehan ve dest pê kiriye, yanî piştî ferzkirina qedexeya derketina derve li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye. Royar destnîşan kir ku hunermend ji vê projeyê kêfxweş in û tevlêbûna wan jî di komê de baş e. Vê tevlêbûnê têkiliyên wan xurt kir û hişt ku hunermend tecrubeyên xwe parve bikin.

Royar di dawiyê de destnîşan kir ku proje dê di dirêjahiya dema qedexeyê de berdewam bike û dê derfeta vekirina pêşangehekê ji bo pêşkêşkirina wan tabloyan piştî bidawîbûna qedexeyê, were nîqaşkirin.

şx

ANHA


Mijarên Din