Di demeke nêz de dê şêniyên Dêraozê ji kampa Holê werin derxistin

Hevseroka kampên kantona Hesekê Macîda Emîn diyar kir ku rêveberiya kampa Holê li benda  kaxezên pêwîst ji rûspiyên eşîran e da ku beşa yekem ji koçberên Dêrazorê bişînin malên wan.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3`yê Gulana 2019`an li Eyn Îsa bi beşdarbûna nûnerên 5 hezar şêx û rûspiyên eşîrên tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyê komxebata Eşîrên Sûriyê lidar xistibû.

Yek ji encamên wê komxebatê ku koçberên Sûriyê yên di kampa Holê ya girêdayî kantona Hesekê de ku tu têkilyên wan bi çeteyên DAIŞ`ê re tune ne li warê xwe vegerin.

Ji bo pêkanîna biryarên komxebatê, piştî ku şêxên eşîran kefalet di  3`yê Hezîranê de dan û piştî kongreyê çapemeniyê ku li kampê hat lidarxistin, 217 malbat ji kampa Holê vegeriyan malên xwe li bajarê Reqa û Tebqa. Hejmara wan 800 kes bûn.

Der barê beşên din ku dê ji kampê biçin warê xwe hevseroka kampên kantona Hesekê Macîda Emîn ji ajansa me ANHA`yê re diyar kir ku ew ji bo derxistina şêniyên Dêrazorê amade ne lê ew li benda  lîsteyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojilatê Sûriyê ne piştî ku rûsipiyan kefaleta wan rakirin.

Macîda bi rêya telefonê ji ajansa me destnîşan kir ku di nava herdû rojên derbasbûyî de civîn bi çend rûspiyênê eşîrşên Dêrazorê re çêkirin û ew li benda lîste û navên ku hatine xwestin in.

Di dawiyê de Macîda tekez kir ku dema nav û lîsteyên bighêjin wan dê dest bi derxistina beşa yekem ji şêniyên Dêrazorê bikin.

(bx/kc)

ANHA


Mijarên Din