Di demeke nêz de herêmeke pîşeyî li Dirbêsiyê tê avakirin

Li ser bangewaziyên şêniyan Komîteya Pîşeyî ya Dirbêsiyê hewl dide di demeke nêzîk de cihekî taybet ji bo dikanên pîşeyî li derveyî bajêr veqetîne.

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê ji ber dengên werşeyên hesinkarî û mekanîsyenan bi gilî û gazinc bûn, ji ber ku piraniya werşeyên sererastkirina erebeyan li nêzî malên şêniyan in.

Li ser wê şêniyan bang li Komîteya Pîşeyî kir ku cihekî ji bo werşeyan li derveyî navçeyê diyar bike. Şêniyê bi navê Ibrahîm Silo got: "Mala min li navenda navçeyê ye û li wir gelek werşeyên sererastkirina erebeyan hene. Êdî şênî ji ber dengên werşeyan aciz bûne. Em bi şev nikarin xew bikin. Ez ji kesên têkildar hêvî dikim ku vê pirsgirêkê çareser bikin an jî cihekî li derveyî bajar ji werşeyan re diyar bikin."

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Ehmed Xelîl Dawûd bal kişand ser ku mîna van werşeyan bi taybet sererastkirina erebeyan di nav avahiyan de ne guncaw in, ji ber ku dibin jêderên dengên bilind tevî gemarên ku di nav kolanên sereke yên navçeyê de belav dibin. Dawûd wiha domand: "Werşe peyarêyan jî ji bo karên xwe bi kar tînin, ji ber wê em nikarin peyarêyan bi kar bînin."

Xwediyê werşeyekê diyar kir ku ew asta dengên ku ji werşeyan derdikevin dizanin lê ew jêdera qûta wan e û û nikarin biçin dereke din, ji ber wê ji Komîteya Pîşeyî hêvî kir ku cihekî li derveyî navçeyê ji wan re diyar bikin.

Endamê Komîteya Pîşeyî ya Dirbêsiyê Dogan Hesen têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û wiha got: "Wek Komîteya Pîşeyî ji bo xizmeta gel em dixebitin. Li ser giliyên şêniyan piştî nîqaşên bi endezyar û pisporan re em plan dikin ku cihekî ji bo werşeyan li ber deriyê têketina navçeya Dirbêsiyê vekin. Em niha ji bo wê dixebitin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din