Di demeke nêz de, li Kobanê şanoyeke stranî

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tîma Koral a Şanoyê li Navenda Baqê Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê cara yekemîn e ku şanoyeke stranî ku li ser destana Memê Alan e" li dar dixe.

Piştî çend hefteyên dîtir, dê li bajarê Kobanê şanoyeke stranî ji hêla tîma Koral a Şanoyê ya girêdayî Navenda Baqê Xido ya Çand û Hunerê bê pêşandan. Ev şano ya yekemîn e ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi zimanê kurdî tê lidarxistin.

Ev şanoyê girêdana xwe bi dîroka şanoya kurdî re heye, şanoya Memê Alan a yekemîn e ku tê nivîsandin û bi zimanê kurdî tê pêşandan. Her wiha ev şano Abdurehemîn Rehmê Hekarî di 1919’an nivîsandiye.

ÇÎROKA ŞANOYÊ Û MIJARA WÊ

Abdurehîm Rehmê Hekarî şanoya Memê Alan di 1919’an de nivîsand û di kovara Jîn a wê demê de weşand, da ku bibe mohrek li dîroka hunera kurdî. Her wiha ev şano ya yekemîn bi zimanê kurdî tê nivîsandin û pêşandan.

Nivîskar, şano ji wêjeya devkî ya kurdî ya di nava destan û bûyerên dîroka kurdî weke mewal û stran hatin belavkirin, hûnand.

Têkiliya mijara vê şanoyê bi destana Mem û Zînê ya kurdî ku helbestvanê kurd Ehmedê Xanê nivîsandiye, tune ye.

Lê belê, Abdurehîm Rehmê belkî ji hezkirina çîroka Mem û Zînê û belavbûna wê di nava nivîskar, helbestvan û hunermendên kurd, navê vê şanoyê vebijart.

Di şanoyê de, leheng Memo li ser daxwazê mîrê herêma Hekarî xwe amade dike ku şer li dijî xiristiyanên ku êrişî El-Qudisê kirine, pêk bîne.

Di şanoyê de, dema leheng ji mal derdikeve di navbera wî, hevjîna wî Xezalê û dayika wê Çavreş de nîqaş çêdibe. Her wiha piştî derbasbûna salekê li ser nehatina Memo, dayika wî Çavreş ji mal derdikeve û Xezalê bi tenê dihêle. Paşê Memo tê û cilên dîtir li xwe kirine, bi wê re diyar dibe ku şerê salekê di ser wî re derbas bûye ew guhartiye û Memo li derî dide û derbas dibe.

Destpêkê, hevjîna wî nasnake. Lê belê piştre xwe jê re eşkere dike. Piştî demekê dayika wî Çavreş tê mal û texmîn dike kesê di nivîna hevjîna kurê wê de razayî, yekî biyanî ye, dest diavêje rûmê û di laşê wî kurê xwe yê nasnekiriye de diçikîne.

Piştî li dayikê eşkere dibe çi kiriye, ew û hevjîna Memo bi ser de digirîn û di wê demê de dayik azarên xwe bi rêya stranekê ku hê jî di nava kurdan de fena straneke gelêrî belav bûye, eşkere dike.

Du beş şanoyê hene, yek ya beriya bûyer û derketina Memo ji malê ye, ya dîtir jî mayîna hevjîna Memo bi tenê li malê û piştre hatina Memo û bûyera kuştina wî ye.

XEBATA ŞANOYÊ VEJANDINA MÎRASA HUNERÎ YE

Tîma Koral a şanoyê xwe amade dike ku şanoyeke vejandina mîrasa kevn a girêdayî kurd, li dar dixe.

Di şanoyê de 25 keç û xort ji şêniyên bajarê Kobanê beşdar in.

Li gorî çavdêran, amadekariyên ku ji nêzî 6 mehan ve tê kirin, dê di çend hefteyên bê de bi dawî bibe û piştre yekser şano bê lidarxistin.

Ev şanoya yekemîn a stranî dê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê lidarxistin û dê guhartineke bingehîn di hunera şanoya kurdî li Rojava de pêk bîne.

(fr)

ANHA


Mijarên Din