Di demeke nêz de rêyên Qamişlo têne sererastkirin

Şaredariyên navçeyên rojhilat û rojava yên bajarê Qamişlo îro hevpeyman bi şîrkerta giştî ya rêyan a Zagros re çêkir. Tê payîn ku dema rewşa hewa baş bibe û baran bi dawî bibin, şîrket dê dest bi sererastkirina rêyên bajêr bike.

Ji ber rewşa hewa ya nebaş û taybet di meha dawîn de, lehî li hemû bajar û gundan rabûn, hemû rêyên li herêma Cizîrê zirar dîtin û kort tê de çêbûn. Ev yek jî bû pirsgirêkeke mezin ji şêniyên herêmê re ku bang li Şaredariyên Gel kirin da ku rêyan sererast bikin , nemaze rêyên bajarê Qamişlo.

Bi armanca sererastkirina rêyên Qamişlo, rêveberiya Şaredariyên Gel ên Kantona Qamişlo dest bi lêkolînkirina rêyên ku zirar dîtine, kir ku ji sedî 65 derbas kiriye.

Bi şîrketa Zagros re hevpeyman hate çêkirin

Bi vê yekê îro Şaredariyên Gel ên navçeyên rojhilat û rojava li navenda Rêveberiya Şaredariyên Gel ên Kantona Qamişlo hevpeyman bi şîrketa giştî ya rêyan a Zagros re çêkir da ku hemû rêyên zirar dîtine, sererast bikin.

Hevserokê Şaredariya Gel a navçeya rojava ya bajarê Qamişlo Ebd El-Ehed Îshaq da zanîn ku rêyên li navçeya rojava yên ku zirar dîtine, di navbera ji sedî 60 heta ji sedî 70, her wiha îro wan hevpeyman bi şîrketa giştî ya rêyan re girê da da ku hemû rêyên zirar dîtine, sererast bikin û di serî de rêyên sereke.

Her wiha hevseroka Şîrketa Giştî ya Rêyan Reşa Derwîş teqez kir ku wan hevpeyman bi Şaredariyên Gel li navçeyên rojhilat û rojava li bajarê Qamişlo re girê dane da ku rêyan sererast bikin, her wiha da zanîn ku şîrket bi hemû alavên xwe amade ye û dema rewşa hewa baş bibe ew ê dest bi sererastkirinê bikin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din