Di destê El-Bexdadî de ‘Wîlayeta Tirkiyê’

Serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî piştî 5 salan duh cara yekemîn di dîmenekê de derkete pêş çavan. Di dîmenê de çeteyek ji nav dosyayên bi navê ‘Wîlayetên DAIŞ’ê’ dosyaya ‘Wîlayeta Tirkiyê’ dide El-Bexdadî.

Heke mirov dîqetê li dîmenên duyemîn ên serçeteyê DAIŞ’ê El-Bexdadî bike, diyar dibe ku ji dengê wî asta rûxandina bi wî û çeteyan re diyar dibe. Ew jî berovajî dîmenên yekemîn e ku bi dengekî bilind gef dixwarin.

Ya herî balkêş di dîmenê de ew e ku li ser tevna çapemeniya çeteyên DAIŞ’ê û hin alîgirên fikrên wan hatiye belavkirin, yek ji çeteyên pê re dosyayan radest dike. Her dosyayek jî bi navê wîlayetek ji wîlayetên DAIŞ’ê ye. Wekî van dosyayan di pêngava rizgarkirina Reqayê de ji çeteyên DAIŞ’ê bi destê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hatin dîtin. Tê de hejmara çeteyan, alav, pere û cihên bicihkirina wan diyar dibûn.

Ji dosyayên ku çete radestî El-Bexdadî kiriye, dosyayek bi navê "Wîlayeta Tirkiyê" bû. Ev jî nîşaneya têkiliyên hevgirtî di navbera çeteyên DAIŞ’ê û Tirkiyê de ku piştgirî bi hemû rêbazan di dema hebûna çeteyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bûn, dikir. Ji vekirina dergehên sînor û hêsankirina têketin û derketina çeteyan li Sûriyê. Her wiha li ser hemû agahî û belgeyên ku têkiliya Tirkiyê bi DAIŞ’ê re yekser heye, hate tekezkirin.

Dosya nîşan û tekeziya li ser hemû gotinên ku Ebû Mensûr ên li ser tevnên civakî hatine belavkirin "balyozê DAIŞ’ê yêli Tirkiyê ye" ku niha li girtîgehên Iraqê hatiye girtin, eşkere dike. Her wiha bi hevdîtinekê ku 5 saetan dirêj kiriye û li ser malpera "Homeland Security Today" a DYA’yê got: “Erka min li Reqayê ew bû ku xebatê bi dozên navdewletî re bikim û navbeynkariyê di navbera DAIŞ’ê û îstixbarata Tirkiyê de bikim."

Her wiha eşkere kir ku diyalogên wan hin caran li Sûriyê û hin caran jî li Tirkiyê çêdibûn. Hin caran jî li nêzî sînor û nêzî dergehên fermî çêdibûn.

(fr)


Mijarên Din