‘Di destê Tirkiyeyê de topa agir heye’

Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît got: “Girtina S-400’an, li Deriyaya Spi xebatên sontajê û gefên wî yên li hemberî Bakur û Roavayê Suriyê ,Tirkiye tengav kiriye. Tirkiye nikare ji vê tengaviyê derkeve. Di destê Tirkiyê de topa agir heye. Dê Tirkiye di demekî kin de bikeve nava krîzek kur.”

Pispora Rojhilata Navîn Hamîde Yîgît, kirîna pergala S-400’an ji Rusya’yê, sepitandinên Emerikayê yên li hemberî vê yekê û gefên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji nûçegihanê ajansa me Murada Kenda re nirxand.

Hamîde anî ziman ku AKP ji ber windakirina desthilatdariya xwe S-400’an di demekî kin de ji Rusyayê girt.

 ‘Tirkiye Rusyayê wekî geştîgehê dibîne’

Hemîde distnîşan kir ku Tirkiye dê berdêla polîtikayên xwe yên derve bi awayekî giran bide û wiha axivî: “Welatên herêmê û Emerîka ji bo xwe paqij bikin êdî piştgiriyê nadin komên cîhadîst. Lê cîhadîstên ku li herêmê mane bûne bela serê Tirkiyê. Tirkiye di pêvajoyek ku berdêla windakirina xwe ya li wir bi giranî bide de, pişta xwe daye Rûsyayê. Tirkiye Rusyayê wekî geştîgehê dibîne.”

 HamîdeYîgît destnîşan kir ku li hemberî çekên NATO’yê pergala S-400’an bi awayekî gef hatiye girtin û axaftina xwe wiha domand: “S-400 dikare kodên çekên NATO’yê bixwîne ve çekan bêbandor bike. Ev yek jî gava yekemîne ku ji NATO’yê qut bibe.”

Hamîde Yîgît tekez kir ku tenê navê sepitandinên Emerikayê jî dê bi awayekî neyînî bandorê li ser Tirkiyê bike û wiha pê de çû: “Aboriya Tirkiyê pir hesase. Qeyranek kur dijî. Di dema ku navê qeyranê bê bi lêv kirin jî buhayê dowîzê bi careki ve zêde dike. Ji ber vê yekê jî dê Tirkiye berdêla vê qeyranê bi awayekî giran bide.”

Hamîde Yîgît afaxtina xwe wiha domand: “Ne tenê sepitandinên Emerikayê her wiha ji ber xebatên li Deryaya Spî jî pertekên hemû dewletan li hemberî Tirkiyê hene. Derbarê vê yekê de Yekîtiya Ewrupayê biryara hin sepandinan girt. Dê ev sepandin qeyranek kur li Tirkiyê çêbikin.”

 ‘Destwerdana li dijî Kurdan dê  bi awayekî neyînî bandorê li Tirkiyê bike’

Hamîde Yîgît got ku eger Emerîka derbarê Kurdan de bersivek erênî nede Tirkiyê dê li hemberî Kurdan dest bi hemleyan bike û wiha bal kişand ser rewşê: “Tirkiye bi S-400’an peyama vê yekê dide. Eger dest bi van hemleyan bike dê bibîne ku Emerîka çawa bersivê bidê. Li hemberî Kurdan operasyonek dervayê sînor tuneye lê destwerdanek bi sînor dê çêbibe. Dê ev destwerdan jî zerarek mezin bide Tirkiyê. Peyama ku Emerika jî bide girîng e.”

(bm)

ANHA


Mijarên Din