Di dirêjahiya 2 mehan de rewşên revandin û kuştinê li Efrînê

Artêşa Tirk û çeteyên wê kiryarên li dijî mafên mirovan li Efrînê didomînin. Li gorî çavkaniyan şênî rojane bi kiryarên revandin, kuştin û îşkenceyê re bi destê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker, rû bi rû dimînin.

Ajansa ANHA’yê bi rêya çavkaniyên pêbawer ên di hundirê kantona Efrînê de gelek kiryar û binpêkirinên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Efrînê di dirêjahiya 75 rojan de ji mehên Hezîran, Tîrmeh û Tebaxê de belge kirin.

Kuştîn û hedefgirtina şêniyan di 2 meh û nîvan de

Di 8’ê Hezîranê de çeteyên artêşa dagirker a Tirk şêniyên Efrînê bi navên Henan Henan û Abdulrehman Şêx Ehmed ji şêniyên gundê Şêx ê navçeya Mabeta kuştin.

23’yê Hezîranê cenazeyê şêniyê bi navê Şerefedîn Sîdo yê ji herêma Cindirêsê ye hat dîtin. Di heman bûyera ku dişibe wê, cenazeyê Ristem Misto yê ji şêniyê gundê Axcelê yê navçeya Cindirêsê ku bi destê artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê hat kuştin, dît.

13’yê Tîrmehê jî cenazeyê Hozan Behcet Gewriyê li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê ku ji şêniyê gundê Şêx Bîlal ê girêdayî navçeya Raco ye, hat dîtin.

18’ê Tîrmehê artêşa dagirker a Tirk şêniyê bi navê Elî Ebûd ê ji bajarê Efrînê (60) kuşt.

17’ê Tîrmehê jî Husên Cafer ku ji şêniyê gundê Matîna yê navçeya Şera ye ji hêla çeteyên artêşa dagirker a Tirk ve hat kuştin.

Li aliyekî dîtir jî bi sedema astengî û kiryarên bênavber ên ji hêla artêşa dagirker a Tirk ve, keça bi navê Arîn Selah Gilo (19) li taxa Eşrefiyê ya ji gundê Sêmala yê girêdayî navçeya Reco xwe bi dar ve kir.

Di 31’ê Tîrmehê de çeteyên artêşa dagirker a Tirk şêniyên bi navê Xelîl Sorê Oso (25) ê ji gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa kuşt.

Di heman rojê de çeteyan şêniyê bi navê Xelîl Oso di navbera gudnên Birc Qas û Kalotê yên navçeya Şêrawa de sekvan kir.

Rewşên revandinê

1’ê Hezîranê çeteyên artêşa dagirker a Tirk hejmarek ji şêniyên gundê Matîna yê navçeya Şera bi navên; Hec Ebdo, Îsam Abdulhenan, Idrîs Henan Xelîl û Fîdan Husên revandin.

2’yê Hezîranê Elî Zekî ji gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa hat revandin. Di heman rojê de Ebdo Necar ji gundê Kurzêlê yên girêdayî navçeya Şêrawa jî hat revandin.

Dîsa di 2’yê Hezîranê de çeteyên artêşa dagirker a Tirk şêniyên bi navên Ebdo Mihemed Neisan(23) û Husên Neisan Abdîn (25) ên ji gundê Dimîlya yê girêdayî navçeya Mabeta revandin.

5’ê Hezîranê artêşa dagirker a Tirk Şêxo Qenber (72) ê ji gundê Şêx Bîla yê navçeya Mabeta revand.

7’ê Tîrmehê Mihemed Hesen ê ji gundê Qestel Miqdad ê navçeya Bilbilê revand. Li rexê şêniyê bi navê Elî Hesen ji gundê Şingêlê yên navçeya Reco îşkence kir.

Şêniyê bi navê Ehmed Mela Neisan (98) ji gundê Gawenda yê navçeya Reco ji hêla artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê ve hat revandin.

Di 8’ê Hezîranê de çeteyên El-Emşat kalmêrek bi navê Husên Îsmaîl (75) ji şêniyê Efrînê ye revand.

Di heman dîrokê de çeteyên dewleta Tirk gelek şêniyên gundê Erabo yê navçeya Mabeta bi navên; Cemîl Henîf, Fîras Ezet Arif û Mistefa Şukrî revandin.

9’ê Hezîranê çeteyên dewleta dagirker a Tirk şêniyên gudnê Senarê yê navçeya Şiyê, Zekeriya Hesen Mistefa (35), Zekeriya Mihemed Mamkêlo(48), Ebdo Xilo(25), Mihemed Mihemed (25), Gulîn Umer Ereb(58), Mistefa Şêx Mihemed Husên (56), Arif Husên Axa(35) û Mihemed Henan Elo(32) revandin.

Di heman mehê de şêniyê bi navê Ehmed Hemze ji bajarê Efrînê hat revandin.

Di 9’ê Hezîranê de çeteyên Cebhet El-Şamiyê yên girêdayî artêşa dagirker a Tirk dest bi hemleya serdegirtina bêserûber li navenda navçeya Mabeta û gundê Qenterê û Husê(Mîrkana) kir. Di encamê de hejmara revandiyên li navenda navçeyê gihaştin 300 kesî, li gundê Qenterê 20 kes û li gundê Husê jî 5 kes.

Ji revandiyên navenda navçeyê yên ku navên wan bi dest ketine: Ferhat Cemacimo, Ezet Ebdo Şivan, Husên Şêx Birîm, Mihemed Elî Remo, Xebat Bekir, Ciwan Xoce, Mistefa Xoce, Mihemed Şêxo, Ezedîn Zêno, Elî Cocek, Cuma Tatar, Şukrî Mûsa, Mihemed Elî Şêxo, Mihemed Elî Bekir, Elî Ecol, Arif Bîlal, Mihemed Cafer Elî, Mihemed Ala, Mihemed Mistefa Camo, Mihemed Xelik, Mihemed Qiryoz, Elî Birîmo, Husên Hecî, Husên Hac Ehmed, Yasir Hac Ehmed, Xalid Hemade, Şukrî Qiryoz. Li gundê Qenterê jî yên ku hatin revandin wiha ne; Yûsiv Abdo Umer, Ciwan Murad Henan, Betal Ferîd Yûsiv, Elî Henan Şêxo, Ehmed Ebdo Balî, Hesen Şukrî, Elî Şurkîr Henan, Mihemed Umer, Xelîl Menan Yûsiv, Elî Birîmo, Reşîd Qelender, Mistefa Reşîd Qelender, Zuhêr Şeibo, Xelîl Îbiş Xelîl, Ehmed Reşîd Dawûd û Fewzî Mihemed Murad. Li gundê Husê jî Nezmî Dawûd Mistefa, Şukrî Hesen Ehmed û Mihemed Cemalîko Husên hatin revandin.

11’ê Hezîranê çeteyên artêşa dagirker a Tirk gelek şênî ji gundê Hebo yê navçeya Mabeta bi navên Cîger Mistefa Hebeş û Neşet Abdurihman Cano revandin.

17’ê Hezîranê çeteyên artêşa dagirker a Tirk ji gundê Zêtûnakê yên navçeya Şera şêniyên bi navên Mihemed Haco, Elî Haco, Xelîl Horo, Elî Horo, Îsmaîl Mihemed Elî, Husên Hemdan Hesen, Silêman Qere Mihemed, Egîd Horo û Idrîs Horo revandin.

19’ê Hezîranê çeteyên artêşa dagirker a Tirk ji gundê Erabo yê navçeya Mabeta şêniyên bi navên Îbrahîm Xelîl Cimkê, Nesret Mihemed Entabî, Mistefa Reşîd Yûsiv, Reşîd Hebeş, Zekeriya Neiso, Fîras Neiso, Fîras Ezet Henan, Mihemed Hebeş, Elî Henîf Umer, Seîd Cimkê, Mistefa Behcet Yûsiv û Mihemed Ehmed Mistefa revandin.

Di 20’ê Hezîranê de çeteyên dagirkeriya Tirk ji gundê Keferzêtê yê herêma Efrînê şênî revandin û fîdye bi nirxa 220 heta 520 hezar lîreyên Sûriyê li her şexsekî girtî birî. Navên girtiyan wiha ne; Îbrahîm Zuhêr Ezîz, Zuhêr Ezîz, Xêro Hesen Xêro, Xelîl Hesen Ebdo, Mihemed Ferîd, Ebdo Mehmûd, Ednan Ebdo Hemo, Mihemed Hesen, Beşar Mihemed Hesen û Elî Gule Xêrî.

21’ê Hezîrana çeteyên dewleta dagirker a Tirk, şêniyê bi navê Dijwar Mecîd Hec Xelîl (21) ji gundê Tilifê yê navçeya Cindirêsê revand.

Di heman dîrokê de jî çeteyên artêşa dagirker a Tirk ji gundê Keferdelê yê navçeya Cindirêsê, Abdurihman Abdulqadir, Umer Abdurihman Xilo, Mistefa Abdurihman Xilo û Cemal Husên revandin.

Her wiha jî ji gundê Keferdela Jorîn ê navçeya Cindirêsê Şukrî Mihemed Mistefa û Şukrî Welîd Mihemed ji hêla çeteyên artêşa dagirker a Tirk ve hatin revandin.

25’ê Hezîranê çeteyan 9 ciwan, ji wan 8 keç hatin nasîn revandin. Jê jî keça bi navê Erbîl Hesen ji gundê Keferdela Jêrîn ê navçeya Cindirêsê ye.

Di heman rojê de çeteyan Xalid Nasir Derwîş ji gundê Birx Ebdalo yê navçeya Şêrawa û şêniyên bi navên Hesen Hemîd û Abdurihman Cafer ji gundê Qîbarê yên girêdayî navenda Efrînê ye revandin.

26’ê Hezîranê çeteyan şênî ji gundê Qîlê yê navçeya Cindirêsê bi navên Ehmed Gule Xêrê, Mihemed Gule Xêrî û Fêroz Îsa revandin.

1’ê Tîrmehê jî dewleta dagirker a Tirk ji gundê Gobekê yên navçeya Mabeta şêniyên bi navên Rêzan Henan Betal(90), Mihemed Mehmûd Hemo(25), Fexrî Mihemed Henan(51), Fexrî Mihyedîn Hemo(90), Fadil Yasîn Kenco û Fadil Yasîn Hesen revandin.

Di heman rojê de jî çeteyan şêniyên bi navên Mistefa Kemal ji gundê Serîncekê yên navçeya Şera û Şiyar Elîko(25) ji navçeya Şiyê revandin.

2’yê Tîrmehê çeteyên artêşa dagirker a Tirk şênî ji gundê Coqê yê navçeya navenda Efrînê bi navên; Mihemed Osman, Mahir Reşo û Îbrahîm Mistefa Nasir revandin.

7’ê Tîrmehê dewleta dagirker a Tirk ji gundê Til Silor ê navçeya Cindirêsê şêniyên bi navên; Ehmed, Mihemed, Feysel û Mihemed Nûr revandin.

Di heman rojê de artêşa dagirker a Tirk ji gundê Kaxirê yên navçeya Mabeta Rifaî Îso Îso, Necîb Mistea Henan, Azad Sebrî Mihemed Qasim Qasim revandin û her wiha jî ji gundê Miska Jorîn ê navçeya Cindirêsê Liqman Silêman Hesen jî revand.

8’ê Tîrmehê çeteyan ji gundê Ereb Şaxî yên navçeya Mabeta Zekeriya Beibo, Husên Cimkê, Abdurihman Cimkê, Abdurihman Betal, Husên Betal Cimkê, Seîd Abdîn, Mistefa Yûsiv, Reşîd Nûrî, Elî Henîf û Fîras Hebeş revandin.

Di eynî dîrokê de çeteyên dewleta dagirker a Tirk ji gundê Celemê yê navçeya Cindirêsê Elî Siltan Elî û kurê wî Mistefa Elî Siltan ên ji pêkhateya Ereb revandin.

8’ê Tîrmehê artêşa dagirker a Tirk ji navçeya Reco Bekir Ehmed (91), Hemze Ehmed Bekir ji gundê Penêreka, Cemîl Şêxo Casim û Ehmed Cemîl Casim ji gundê Xirabê Silok, Şêx Mûs Ekrem Henan û Mistefa Mistefa Îbrahîm ji gundê Mîdan Ekbesê û Ehmed Hesen ji gundê Şingêlê revandin.

Dîsa di 8’ê Tîrmehê de çeteyan Fûad Elî Kuratancî(72) ji gundê Şerqiya yê navçeya Bilbilê, Yûsiv Henîf, Liqman Fehmî, Mihemed Abdulhemîd Hemze û Riyad Elî Cuma ji gundê Dîkmetaşê yê navçeya Şera revandin.

8’ê Tîrmehê çeteyên artêşa dagirker a Tirk ji gundê Merwaniyê yê navçeya Şiyê Îsa Şehade, Ehmed Siwêdan, Mistefa Siwêdan û Xweşnav Bekir Mihemed revandin.

9’ê Tîrmehê çeteyan 3 şênî ji gundê Keferdela Jêrîn ê navçeya Cindirêsê Abdurihman Hesen (61), Umer Xilo(25) û Mistefa Xilo(21) revandin.

Di heman rojê de çeteyan Ehmed Beşîr Xelîl ji gundê Îska yê girêdayî navçeya Cindirêsê revand.

10’ê Tîrmehê çeteyên artêşa dagirker a Tirk Ehmed Beşîr Xelîl ji gundê Meiriskê yê navçeya Şêra revand.

Di heman dîrokê de artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê ji gundê Kurzêlê yê navçeya Şêrawa Roşîn Osman Hemo, Newroz Semîr Mehmûd û Îbrahîm Abdurihman Osman revandin.

Di 12’ê Tîrmehê de çeteyan ji gundê Dîkmetaşê yê navçeya Şera Henîf Fehmî Arif, Ciwan Welîd Horo û Mistefa Îbrahîm Îbrahîm revandin.

Di heman rojê de ji gundê Remadiyê yê navçeya Cindirêsê Kemal Salih Reşîd û Nûrî Reşîd ji hêla çeteyên artêşa dagirker a Tirk ve hatin revandin.

Dîsa di 12’ê Tîrmehê de dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê ji gundê Qurtqulaqa Mezin ê navçeya Şera Mesûd Ehmed Mislim û Şeban Emîn Reşo revandin.

15’ê Tîrmehê çeteyên artêşa dagirker a Tirk Mistefa Hesen Yasîn ê ji gundê Şîtka yê navçeya Mabeta revand.

15’ê Tîrmehê 3 şênî ji gundê Îska yê navçeya Cindirêsê bi navên Mihemed Cemal, Umer Cuma Nazo û Umar Mihemed Nazo hatin revandin.

16’ê Tîrmehê ji hêla çeteyên dagirker a Tirk ve hemleya serdegirtinê li gundên Kaxirê, Şîtkaî Mîrkan, Comezina û Reca yên navçeya Mabeta hat destpêkirin û di encamê de bi dehan sivîl girtin. Ji wan jî Mihemed Birîm Ebû Fethî, Henîf Ebdo Henan û Wehîd Bekir in.

17’ê Tîrmehê çeteyan ji gundê Meiriskê yê navçeya Şera Mistefa Xelîl (52) revand.

18’ê Tîrmehê jî çeteyan ji gundê Mîrkana Celal Behrî, Şukrî Hesen, Silêman Mihemed û Tahir Neiso revandin.

20’ê Tîrmehê çeteyan ji gundê Memila yê navçeya Mabeta Cemîl Rifat Cafer, Xelîl Îsmaîl Hekîm û Zuhnî Îbrahîm Zuhnî revandin.

22’yê Tîrmehê artêşa dagirker a Tirk şêniya bi navê Sozan Hemîd Axa hevjîna hunermend Kalo li bajarê Efrînê revand.

20’ê Tîrmehê çeteyan ji gundê Merwaniyê Xelîl Henan Demircî, Hanî Ebdo Sîdo, Heysem Menan Bekir û Îsa Şehade revandin.

21’ê Tîrmehê çeteyên dewleta dagirker a Tirk ji gundê Anqelê yê navçeya Şiyê Arif Mihemed Ebdo û bijîşk Kemal Henan (65) li taxa Eşrefiyê ya Efrînê revandin.

19’ê Tîrmehê artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê 3 ciwan ji navçeya Bilbilê bi navên Abdurihman Cemîl, Dilbirîn Mihemed Birîmo û Hemze Reşîd Husên revandin.

23’yê Tîrmehê çeteyan şêniyên bi navên Xaliya Dawûd ji gundê Comezino û Reşîd Sîdo Umer ji gundê Elî Jaro yên ji navçeya Mabeta revandin.

24’ê Tîrmehê çeteyan Endazyar Xweşnav Hemo ji gundê Hopka yê navçeya Reco revand.

25’ê Tîrmehê çeteyan Mistefa Umer Kenan ji gundê Mosaka û Mihemed Husên Meryem ji navçeya Reco revandin.

26’ê Tîrmehê çeteyan Abdulqadir Zelxe ji gundê Senarê yê navçeya Şiyê revand.

Di heman dîrokê de çeteyên artêşa dagirker a Tirk Mistefa Taha ji gundê Basûtê yê navçeya Şêrawa revand.

27’ê Tîrmehê çeteyan ji gundê Memela yê navçeya Mabeta Elî Bêk Cafer, Nûrî Kurdî û Ezet Kurdî revandin.

28’ê Tîrmehê artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê ji gundê Birîmce yê navçeya Mabeta Xelîl Osman û kurê Nebî revandin.

27’ê Tîrmehê çeteyan Azad Mihemed Şêxo ji gundê Mersawa yê navçeya Şera revand.

29’ê Tîrmehê çeteyên artêşa dagirker a Tirk ji gundê Elî Kara yê navçeya Bilbilê Nûrî Mihemed, Mihemed Ednan Mihemed, Ezet Cabo, Mihemed Xelîl Husên, Mihemed Reşîd Husên, Cemîl Mihemed Mihemed, Xelîl Husên û Mesûd Mihemed revandin.

13’ê Tîrmehê çeteyan Cemal Nîdal Elî ji navenda bajarê Efrînê revand.

20’ê Tîrmehê çeteyan Kawa Abdurihman ji gundê Keferdelê û Kemal Mihemed Şêxo ji gundê Çolaqa yên navçeya Cindirêsê revandin.

23’yê Tîrmehê çeteyên artêşa dagirker a Tirk ji gundên Comezina û Elî Jaro Ehemed Sîdo, Ezet Xelîl, hevjîna Reşîd Şêxo, Şeban Ebû Henîf û Abdullah Hecî revandin.

27’ê Tîrmehê çeteyan Neşet Heqî (75) ji gundê Elî Jaro yê navçeya Bilbilê revand.

28’ê Tîrmehê çeteyan endazyar Zekeriya Elî ji gundê Xirabê Şera yê navçeya Şera revand.

28’ê Tîrmehê çeteyan endazyarê ekeltrîkê Ehmed Mixtar Sîdo (61) ji navenda Efrînê revand.

29’ê Tîrmehê çeteyan ji gundê Ebûdanê yê navçeya Bilbilê Ebdo Elî Îbrahîm û Xelîl Yaqûb Mamo revandin.

Di heman rojê de çeteyên artêşa dagirker a Tirk ji gundê Çeqela Cûmê yê navçeya Cindirêsê Husên Oso û Mihemed Elo revandin.

29’ê Tîrmehê çeteyan ji gundê Badîna yê navçeya Mabeta Hemûde, Mihemed Hesê Heno û Reşîd Mihemed Hesê revandin.

30’yê Tîrmehê çeteyan ji gundê Birîmce yê navçeya Mabeta Xelîl Osman, Ehmed Mihemed Nebî, Kamîran Qaso û Salih Elî Ukaş revandin.

30’yê Tîrmehê çeteyan Mihemed Henan Ebdo ji gundê Qota yê navçeya Bilbilê revand.

Di heman dîrokê de çeteyan Abdurihman Mistefa Reşîd ji gundê Xalta û Îmad Şeban ji gundê Axcelê yên navçeya Cindirêsê revandin.

3’yê Tebaxê çeteyên dagirker a Tirk Mihemed Fethî Cindî, Cafer Fethî Cindî û Mihemed Ehmed Mistefa yên ji gundê Mîrkana revandin û her wiha jî Şiyar Fadil Xelîl ê ji gundê Birîmce yê navçeya Mabeta jî revand.

Di eynî rojê de jî çeteyan her du bira Esmet Welîd Neso (35) û Şiyar Welîd Neso (29) ji gundê Husê yê navçeya Mabeta revandin.

Di 3’yê Tebaxê de artêşa dagirker a Tirk  û çeteyên wê 3 ciwan ji gundê Meriskê yê navçeya Şera revandin û wiha ne; Mistefa Nûrî Xelîl, Ehmed Mistefa Xelîl û Mistefa Enwer Xelîl.

9’ê Tebaxê çeteyên Firqet El-Hemzat ên girêdayî artêşa dagirker a Tirk şêniyê bi navê Fûad Elî yê ji gundê Şerqiya  yê navçeya Bilbilê revand.

15’ê Tebaxê çeteyan 3 şênî ji gundê Çeqela yê navçeya Cindirêsê bi navên; Husên Oso(32), Mihemed Murad (44) û Mistefa Ebdo (21) revandin.

17’ê Tebaxê çeteyên artêşa dagirker a Tirk ji gundê Naza yê navçeya Şera şêniyên bi navên Mihemed Ebdo(50) û Mihemed Zekeriya (47) revandin.

Di heman rojê de artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê 3 şênî ji gundê Çeqela yê navçeya Şiyê bi navên; Hemze Murad, Husên Abdurihman Oso û Mistefa Eslan Ebdo ji gundê Kerê yê navçeya Bilbilê revandin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din