​​​​​​​Di du salan, li Şêrawa bi sedan hektar zevî hatine şewitandin

Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Sivîl a gundê Aqîbe yê girêdayî navçeya Şêrawa girtekên du salan ji binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundên Şêrawayê eşkere kir.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 20`ê Çileya 2018`an de êrişî kantona Efrînê kirin û di 18`ê Adara heman salê dagir kir. Piştî wan êrişan çete nêzî sînorên gundên Şêrawayê bûn. Ji vir çîroka azara wan gundan destpê kir.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker binpêkirin li dijî şêniyên gundên Şêrawa mîna Abîn, Soxinekê, Aqîbe, Tineb, Keştar, Birc El-Qas, Gundê Mezin, Kulutê, Başmra, Ziyaret û Dêr Cimêlê pêk tînin.

Ev binpêkirin ji du salan ve berdewam in û zirarên mezin gihandin zevî, dar û hilberînên çandiniyê.

Komîteya Çandiniyê ya Meclisa gundê Aqîbe yê girêdayî navçeya Şêrawa girtekên du salan ji binpêkirinên çeteyên artêşa Tirk a dagirker li dijî gundên Şêrawayê eşkere kir.  

Girtek wiha ne:

10 hezar darên zeytûnê li gundê birc El-Qas, 3 hezar û 300 dar li gundê Mezin, 2 hezar û 110 dar li gundê Aqîbe, 150 dar li gundê Kulute, 13 hezar û 375 darên daristanî û zeytûnê li gundê Soxinekê hatin şewitandin.

Hilberînên çandiniyê yên ku hatine şewitandin wiha ne:

4 hektar li gundê Ziyaretê, 5 hektar li gundê Kulute, 2.5 hektar li gundê Abîn, 30 hektar li gundê Tineb, 174 hektar li gundê Başemra, 5 donim li gundê Kaştar û 22 hektar li gundê Dêr Cimêlê.

Her wiha şênî ji ber hedefgirtina çeteyan nikarin nêzî zeviyên xwe bibin. Ji ber wê 200 hektar ji zeviyên çandiniyê bor mane.

Ji bilî van binpêkirinan, çeteyên artêşa Tirk a dagirker hema bêje bi awayekî rojane wan gundan topbaran dikin. Lewra 667 malbat ji kantona Efînê ber bi gundê Aqîbe ve koçber bûn. Hinek ji wan di nav dibistanan de dimînin.

Di encama topbarana dijwar de li dijî gundê Soxinekê şêniyên gund neçar man koçberî gundên cîran bibin.

Şêniyên wan gundan li gel qutbûna jêdera quta wan û ji ber ku neçar mane ji gundên xwe derkevin rewşên trajedîk dijîn.

Têkildarî mijarê şêniyê bi navê Welîd Meimo ji şêniyên gundê Soxinekê, behsa zirarên binpêkirinên çeteyan li dijî wan kir û got: "Dema em li gund bûn, çeteyan her tim sivîl dikirin hedef. Ji ber wê em neçar man ji gund derkevin. Çeteyan zeviyên piraniya malbatên gund û darên wan şewitandin. Çeteyan 2 hektarên ku bi ceh hatibûn çandin û 250 darên zeytûnê yên min şewitandin."

Meimo destnîşan kir ku çete bi navê islamê îdia dikin lê kirinên  wan berovajî îdiayên wan in. Meimo got: “Ger bi rastî musliman in gelo çima wisa dikin? Bi kijan heqî zevî û darên me binpê dikin."

Umer Ehmed Mihemed ê ji şêniyên gundê Soxinekê teqez kir ku ew ê tenê berxwedanê hilbijêrin û got: "Binpêkirinên li dijî me tên kirin bandor li me nake. Em ê liber xwe dibin. Bi berxwedana xwe em ê Efrînê rizgar bikin û vegerin warên xwe."

Mihemed destnîşan kir ku ew tevî malbata xwe di mercên dijwar re derbas dibin û wiha domand: "Piştî ku çeteyan hezar darên zeytûnê yên min şewitandin, jêdara quta min jî qut bû. Lewra em di nav şertên jiyanî yên dijwar de dijîn û azaran dikişînin."

Li gel wan binpêkirinan çaranûsa şêniyan wan gundan ne diyar dimîne. Li rex wê jî ew di berxwedanê de bi israr in û ji gundên xwe dûr nakevin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din