‘Di encama êrîşa li dijî balafirgeha Ebha de welatiyekî sûrî mir û 21 kesên din jî birîndar bûn’

Koalîsyona Erebî ya dijî koma Ensar Ellah El-Hûsî ya Yemenê ragihand ku roja Yekşemê di saetên êvarê de di encama êrîşa li dijî balafirgeha navdewletî ya Ebha kesek hat kuştin û 21 kes jî birîndar bûn.

Berdevkê Fermî yê Koalîsyona Erebî li Yemenê bi serkêşiya Erebistan Siûdî Tirkî Malikî got, di êrîşa terorîst de hemwelatiyê ji Sûriyê hat kuştin her wiha 21 sivîl ji welatên cûda birîndar bûn.

Malikî diyar kir ku di nava birîndaran de 13 kes ji Erebistana Siûdî ne, 4 kes ji Hindistanê ne, 2 kes ji Misrê ne û 2 kes jî ji Bengiladiş in.

Koalîsyonê bi daxuyaniyekê destnîşan kir ku di nava birîndaran de 3 jin ji Misrê û 2 jî ji Erebistana Siûdî her wiha 2 zarok ji Hindistanê ne. Birîndar ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê. 3 ji wan ji nexweşxaneyê derketin lê hîn 18 birîndar di nexweşxaneyê de ne birînên 13 kesan ji wan sivik in, 3 nîv ne zêde xeter in, lê birîna 2 kesan xeter e.

Malikî got: “Milîsên Hûsî yên terorîst di kiryarên xwe yên bêexlaqî di hedefgirtina sivîlan de û saziyên sivîl ên ku li gorî qanûnên navneteweyî parastîne, dewam dike.”

Duh bi şev berdevkê koalîsyonê di daxuyaniyekê de ku Ajanasa Siûdiyê di saet 21:10`an de weşand, ragihand ku milîsên Hûsî yên terorîst ku ji Îranê desteka xwe digire, êrîşî balafirha Ebha ya navneteweyî kir û di encamê de welatiyekî sûrî hate kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

(bx)


Mijarên Din