Çeteyên artêşa Tirk a dagirker duh li nêzî gund Zanubiya yê girêdayî gundewarê Girê Spî mayîn çandin. Vê sibehê mayîn teqiya. Di encamê de zarokê bi navê Mihemed Ibêd Evdêla şehîd bû û du zarokên din bi navên Saqi (7 salî) û Ismaîl (11 salî) birîndar bûn. Her du zarok rakirin nexweşxaneyên bajarê Kobanê.
Li gorî xebatkarên tenduristiyê rewşa birîndaran niha aram e. Her du zarok ji tevahiya laşên xwe de birîndar bûne.
(şx)
ANHA