Di encama topbarana li ser kampên Qah li Idlibê 2 kes hatin kuştin

Di encama hedefgirtina kampên Qah li gundewarê Idlibê û nexweşxaneya jinan a li nêzî sînorên bi lîwa Seknderon re bi moşkan de 2 kes hatin kuştin û 10 din jî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê îro kuştina du jinan tevî birîndarbûna 10 kesên din ji koçberên kampên Qah di encama topbarana bi moşekan de ji hêla hêzên Rejîma Sûriyê ve yên ku li gundewarê Helebê bi cih bûne belge kirin. Hêzên Rejîmê kampên Qah û nexweşxaneya jinan a Qah li bakurê gundewarê Idlibê li nêzî sînorên bi Lîwa Seknderon re topbaran kirin. Di encamê de agir bi konên koçberan ket. Ji aliyekî din ve ambulans hîna  birîndaran radikin nexweşxaneyên nêzîk.

(şx)


Mijarên Din