Di gulereşana li Texas a Amerîka de 20 kes bûn qurbanî

Li yek ji şaxên bazara li Walmart li bajarê El Paso li Texas a DYA`yê di gulereşanê de 20 kes hatin kuştin.

Di qeyda kamîreyên telefonan de cenazeyên erdê belav bûyî diyar dibe, her wiha di tomarên din de kesên ku di dikanên bazirganiyê de digerin ji dikanan direvin, diyar dibe.

AFP`ê ragihand ku berpirsê wîlayeta Greg Abbott di civîneke çapemeniyê de wiha got: "20 kes ji El Paso jiyana xwe ji dest dabû.”

Her wiha fermandarê polîsan li El Paso, Greg Abbott destnîşan kir ku 26 birîndarên din hene, her wiha raporên cuda bibîr xistin ku temenê kesên birîndar bûne ji 2 salî heta 82 salî ne.

Polîsan gotin dema gulereşan pêk hat, di navbera hezar heta 3 hezar kes li Walmart digeriyan û teqez kirin ku kesên tewanbar ku hate binçavkirin kesekî spî ye û temenê wî 21 salî ye ji bajarê Allen li wîlayeta Tekax e.

Dezgehên çapemeniyê yên Amerîka gotin kesê bi navê Patrick Crozios xwe radestî polîsan kir.

Di wêneya ku kamîreyên çavdêriyê kişand de, diyar dibe ku çekdar çeka AK-47 rakirbû.

Serokê Amerîka Donald Trump êrîş şermezar kir.

(jo)

 


Mijarên Din