​​​​​​​Di hefteyekê de…Barageha Tacî du caran hate hedefgirtin

Dezgehên ragihandina Iraqê ragihandin ku di vê hefteyê de ev cara  duyemîne hejmarek roketên katyuşa li hundirê barageha Tacî ku hêzên Koolîsyona Navdewletî têde ne dikevin.

Tora Sûmeriyê News diyar kir ku çend roketên katyûşa li nava barageha Tacî ya bakurê paytexta Iraqê Bexdadê ku hêzên Koolîsyona Navdewletî lê ne ketiye.

Di vê hefteyê de ev êrişa duyemîn e, 11 mehê barageha Tac rastî moşekan hate û di encamêde 2 leşkerên amerîkî û leşkerekî birîtanî hatin kuştin. Di heman demê de DAY`yê bersiva êrişan da û nuqteyên Heşd El-Şabî yên li Iraqê û li ser sînorê Sûriyê-Iraqê ne topbaran kirin.

eh

 

 


Mijarên Din