Di her şerî de ‘‘Aşiqê Doşka‘‘

Şervanê YPG‘ê Cemîl Doşka ji şervanên herî navdar ê di derdorên herêmê de tê naskirin e. Cemîl cihê xwe di gelek pêngavên li dijî komên çete de girt, di nav de pêngava rizgarkirina Reqayê bû.

Cemîl Doşka yê navê wî li her cihê tê qalkirin û ji aliyê her kesî ve tê hezkirin, mînakeke ji îradeyeke xurt e, rûkeniya wî rihê wê yê çalak e nîşan dide.

Cemîl Doşka kî ye

Navê wî yê rast Cemîl Wîkina ye, ji gundê Qestel Xidro yê navçeya Bilbilê ya kantona Efrînê ye. Navê Doşka hilgirtiye, ji ber ku di bikartîna çeka doşkayê de xurt e.

Bi destpêka Şoreşa Rojava re Cemîl Doşka cihê xwe di Tevgera Ciwanan de girt û wekî Koordînatorê Giştî yê Ciwanên Helebê dihat naskirin. Piştre beşdarî Hêzên Asayîşê dibe û di sala 2012‘an beşdarî dewreya perwerdeyê ya yekemîn a vê hêzên dibe.

Cemîl Doşka di sala 2013‘an de tevlî refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibe, li ser daxwaze wî cihê xwe di berxwedana taxa Şêxmeqsûdê ya li dijî êrîşan digire. Di şer de çeka Doşkayê wekî heval ji xwe re  û parêzvanê taxê dît.

Cemîl Doşka di vê der barê de dibêje "Min ne dizanî erka doşka çi ye an jî çawa tê bikaranîn. Lê min jê hez kir û xwest xwe fêr bikim. Di aliyê fîzîkî de hêza min têrê dike ku vê çekê bi kar bînim."

Cemîl wekî şervanê tekane li ser doşkayê beşdarî hemû şerê li taxa Şêxmeqsûdê bibû û bê westandin ji eniyekî diçû ya din.

Birîna wê jê re nebû kelem

Şervanê YPG‘ê Cemîl ê ji şervanan re bibû hêz û moral di êrîşên çeteyan ên li ser taxa Şêxmeqsûdê de bibû hedef û li gelek cihên laşê xwe de birîndar dibbû. Birîna wê ya her xeter di sala 2016‘an de  dema ku çeteyên artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî yên jehrê êrîş kirin bûn e. Cemîl piştî birîndar dibe ji bo nuqteya tenduristiyê tê veguhestin û dermankirin.

Cemîl û komek hevalên xwe piştî şikandina êrîşên çeteyan ên li ser taxa Şêxmeqsûdê di sala 2017‘an de berê xwe didin Reqayê û beşdarî pêngava Rizgarkirian Reqayê dibin.

Cemîl li ser tevlêbûna xwe ya pêngava rizgarkirina Reqayê û Şêxmeqsûdê de dibêje: "Tevlêbûna min a şerê li taxan li Helebê ku bi şerê kolanan dihat naskirin, pisportî da min, lê şerên li Reqayê cûdatir bû, ji ber tektîkên çeteyên DAIŞ‘ê ku mayîn diçandin û êrîşkarên xwekujî bi kar dianîn."

Cemîl ji bîranên ku di şerê li Reqayê de di bala wî de maye wiha bi bîr tîne "Rojekê ez bi erebeyeke hummer a zirxî di rêya Diriyê diçûm nuqeyê, ji nişkê ve şaneyeke veşartî ya DAIŞ bi 3 fûzeyên RPG êrîşî min kirin, bi zehmet min xwe xilas kir, rastî kêliyek bi tirs bû di heman demê de bi şewq bû."

Şervanê YPG‘ê Cemîl Doşka di dawiya axaftina xwe de, hêviya rizgarkirina Efrînê dike û dibêje were xwestin ew amade ye tevlî tabûrên rizgarkirina Efrînê bibe. Her  wiha soz dide gele xwe dê xeta têkoşînê ya şehîdan xêz kiriye dewam bike.

ANHA


Mijarên Din