‘Di hevpeymana Neteweyên Yekbûyî de biryara dadgehkirina DAIŞ’ê heye’

Di semînera yekemîn a komxebata cîhanî ya têkildarî DAIŞ’ê ya roja sêyemîn de hate gotin ku ji dadgehkirina kesên sûcdar, di milê qanûnî de dewlet berpirsyar in û li gorî hevpeymana Neteweyên Yekbûyî ya sala 2014’an berpirsyarên şer û sûcên DAIŞ’ê divê bên darizandin.

 Yekemîn Komxebata Navneteweyî li Cîhanê ya têkildarî DAIŞ’ê li navçeya Amûde ya Qamişlo li Hola Beylesan di roja sêyemîn de bi semîneran dewam dike.

Maseya yekemîn milên mafnasiyê yên terora DAIŞ’ê nirxandin. Komkujî, kiryar û binpêkirinên terora DAIŞ’ê, der heqê jinan de binpekirinên DAIŞ’ê, li gorî qanûn û peymanên navneteweyî endam û malbatên DAIŞ’ê ya terorîst wê çawa bên darizandin û her wiha zelalkirina dem û darizandina wan, di nav nîqaşan de cih digirin. Moderatoriya maseyê Lêkolîner û Mafnasekî pispor di çareserkirina şeran de Gadi Sari û pisporê qanûnên navneteweyî Mahmut Patil, endamê Komîteya Mafnasiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Xidir Ibrahîm, mamosteyê mafnasiyê yê Zanîngeha Parîsê Domînîque Inchauspe semîner da.

Di semînerê hate gotin ku li Afrîqa, Japonya û gelek cihên din mînakên dadgehên navneteweyî hene û divê li vir jî heman mînak pêk bên. Nîqaşên semînerê wiha ne;

‘Divê dadgeh bi lêz bên avakirin’

Dil û wijdana mirovahiyê hovîtiya DAIŞ’ê qebûl nake. Ev rêxistinên radîkal xetereyekê li ser tevahî gelan çêdikin. Sûcên li dijî mirovahiyê, destdirêjî, koletî, zayendperestî, kuştina Kurdan, bi zanebûn leşkerkirina zarokan, rûxandina şûnwaran û bazarkariya li ser gelan, sûcên şer in. Divê kesên tawanbar werin dadgehkirin. Divê dadgeheke hevbeş bi lez were avakirin û rewakirin.

‘Ji pêşkêşkirina çareseriya aloziyan re Kurd guncaw in’

Li Başûrê Afrîqayê rejîmeke tundraw hebû. Dadgehkirina neheqî li ser mirovan didan meşandin. Piştî dadkirinê, parçebûn û binpêkirina civakê hat çêkirin. Tiştê ku di wê herêmê de çêbû di kongreya Afrîqayê de tevgera azadiyê ji bo guhertina nêrînên desthilatdariyê hin çareserî pêşkêş kirin. Bêguman ev hemû bi rêya dayîna gelek qurbaniyan hat pêşxistin. Tevî hemû azaran jî bi rêzkirina van sûcan çareseriyeke çawa ji bo van kesan wê were danîn. Di milê qanûnên têkoşînê de hêzên navneteweyî dibînin ku gelê Kurd mirovên herî guncaw in ji pêşkêşkirina çareseriya aloziyan re.

‘Tecrubeyên dadgehên navneteweyî hene’

Pêvajoya seretayî a terorê di destpêkê de li ser asta pişaftina vîna gelan derketiye. Ev wê di mêjiyê me de her zindî bimîne. Tolhildan û nêrînên wê demê ne xwedî bandor bûn. Endamên berê yên hikumetê qanûnan ku xizmeta desthilatdariya wan bike, didan meşandin. Li dijî kêmneteweyan pêk dianîn û di mercên diyarkirî û sînordar de diman. Ev dadgeh nediketin xizmeta civakê. Di warê qanûnî de divê rêxistineke demokrasiyê hebe. Bêguman di dîrokê de gelek mînak hene, tecrubeyên herî guncaw ji bo pêkanîna demokrasiyê hene. Ev xwestekeke herî girîng e. Xala herî girîng, divê em bigihîjin tişta ku em dixwazin anku dadgehkirina DAIŞ' ê. Azadiya gelan di asta yekemîn de em bigirin dest.

‘Di gelek hevpeymanan de dadgehkirina DAIŞ’ê biryar e’

Sûcên li dijî mirovahiyê li ser gelan pêk hatin. Sûcên şer di hevpeymana Cinêvê ya sala 1949’an de benda 8’an pergala Romayê ya sereke ye. Ev li dijî Hevpeymana Cinêvê tê dîtin. Divê ev çete li cihê sûc hatiye kirin, bên dadgehkirin, ev benda 12’an a Hevpeymana Romayê ye. Dadgerên dadgehê divê ji endamên Neteweyên Yekbûyî jî bin. Li gorî xala 7’an a benda 7’an a Hevpeymana Romayê nabe ku darvekirin pêk bê. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê avakirin û ji herêmê jî kes tê de amade bin. Wek lêpirsîn û jinûveavakrina saziyan civaka navneteweyî xwedî roleke mezin be. Divê dewlet cidî hesaban ji hemwelatiyên xwe bixwazin. Tirkiye hewl dide herêmê dagir bike, ev jî di girtina girtiyan de zehmetiyê  çêdike û xeternak e.

Pirsgireka DAIŞ’ê hin jî dewam dike. Rewş heman e, divê biryar jî heman bin. Li gorî hevpeymana Neteweyên Yekbûyî  ya 21/7 ya 2014’an dive berpirsyarên şer û sûcê DAIŞ’ê bên darizandin. Biryara sereke ji hêla NY’yê ve hatiye dayîn. Pêwîstî tune ye ku em tiştek di dadgehê de bixwazin, jixwe ev bi xwe erk e. Karên ku li dijî mirovahiyê hatine kirin, divê  di NY’yê de bên dîtin, ev jî yek ji xalê ye. Di çarçoveyeke qanûnî de ev hemû hene. Em dikarin dadgeheke navneteweyî pêk bînin, ev pêkan e.

ANHA


Mijarên Din