Di hilbijartinên Îsraîlê de encamên nêzî hev

Navendên dengdayînê yên hilbijartinên Knesset ê Îsraîlê deriyên xwe girtin. Li gorî agahiyên destpêkê encamên hilbijartinê di navbera partiya "Lîkod" a girêdayê serokwezîran Benjamin Netanyahu û hevalbendiya "Şîn spî" bi serkêşiya Benny Gants de nêzî hev in.

Dengdayîn di hilbijartinên Îsraîlê de di saet 10:00`an de vê êvarê bi dawî bû. Ji aliyekî din ve çapameniya îsraîlî encamên destpêkê regihandin, li gorî wê encam di navbera partiya "Lîkod" bi serkêşiya Benjamin Netanyahu û partiya "Kihûl Lavan" bi serkêşiya Benny Gants de nêzî hev in.

Kanala 12 ya Îsraîlê  bi bîr xist ku li gorî agahiyên destpêkê ji navendên hilbijartinan "Lîkod" 31 kursî û Partiya "Kihûk Lavan" yan jî partiya "Şîn spî" 33 kursî girtine.

Lê kanala 13 got partiya "Kihûl Lavan" 33, "Lîkod" 31 û lîsteya hevpar a erebî 11 heya 13 kursî bi destxistine.

Ji aliyekî din ve "MearîfÎ ev tişt zêde kirin: "Partiya "Kihûl Lavan" bi serkêşiya Benny Gants dê 34 kursî li beramberî 33 kursî ji partiya "Lîkod" re ya bi serkêşiya Benjamin Netanyahu bi dest bixe.

Çapameniya îsraîlî ragihand ku eger encamên dawîn mîna yên destpêkê derkevin Benjamin Netanyahu û Benny Gants dê nikaribin hikumeta nû ava bikin û kesên ku dixwazin hikumetê ava bikin dê bi hewcedariya hevalbendiyê bi partiyên din re bin.

Kanala Kan jî got: "Rêjeya dengdayînê heta saet 8:00`an êvarê gihaşt ji sedî 63.7 yanî bi miqdara ji sedî 4 ji hilbijartinên berê di heman demê de zêdetir."

(şx)

ANHA


Mijarên Din