Di kampa koçberên Girê Spî de jiyana komînal

Li kampa koçberên Girê Spî sîstema jiyana komînal, xeyalên dewleta Tirk a dagirker ên têkbirin û tunekirina sîstemê têk dibe. Koçber û rêveberên kampê heya niha 30 komîn ava kirine û her konek ji bo wan komîne.

Piştî êrişên dagirkirinê şêniyên bajarê Girê Spî neçarî koçberiyê bûn. Meclisa Kantona Girê Spî bi hevkariya Meclisa Sivîl a Reqayê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, kampa koçberan li nêzî bajarokê Til Seminê yê 15 km dikeve başûrê navçeya Eyn Îsayê û li bakurê bajarê Reqayê ye, vekir.

Di kampê de 604 kon hene, 532 malbat anku 2 hezar û 704 koçber lê bi cih bûne. 92 koçber jî yên nexweş û astengdar in.  

Ewlehiya kampê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve pêk tê. Kamp 24 saetan bi kamereyan tê şopandin.

Li dibistana kampê 411 xwendevan ji 35 mamosteyên di kampê de perwerdeyê dibînin.  Xwendekar materyalên ku li dibistanên xwe dibirin, perwerde bibin. Her wiha perwerdeya zarokan beşa seretayî, navîn ê ku bi zimanê kurdî û erebî tê dayîn. Niha di çarçoveya pêşîlêgirtina pandemiya Koronavîrusê dibistan girtine.

DI KAMPÊ DE 30 KOMÎN HATINE AVAKIRIN

Ruxmî ew qas saziyên qaşo bi navê mirovahiyê xwe bi nav dikin di herêmê de hene, lê heya niha bi erkên xwe ranebûne.  Koçber û rêveberiya kampê bi derfetên kêm pêdiviyên xwe bi cih tînin û birêxistinbûna xwe berdewam dikin.

30 komîn di hundirê kampê de hatine avakirin. Hevserokên komînan ji pêkhateyên Ereb û Kurd pêk tên. Komîn nan, av, kehrebe, xwarin-vexwarinê  li koçberan belav dikin û her wiha di aliyê rêxistinî de jî nîqaş û civînan li dar dixin. Konekî taybet ji bo komînan nehatiye veqetandin ku her konek wek komîn pênasê dikin.   

Hevseroka komînê Norşîn Salih diyar kir ku komîn li ser berdewamkirina rêxistinê, pêwîstiyên gel û çareserkirina pirsgirêkan hatin avakirin û got: “Pirsgirêkên ku derdikevin destpêkê bi rêya nîqaşan em çareser dikin, heger em nikaribin çareser bikin bi raporên xwe bi rê dikin rêveberiya kampê û çareserî bi hev re tê peydakirin. Her wiha her sibeh nan li koçberên kampê belav dikin. Her konekî kampê ji bo me komîn e. Em rojane serdana konan dikin, li wir civînên xwe çêdikin û nîqaşên xwe dikin.” 

‘CÎHAN ÊDÎ DIVÊ SÎSTEMA ME QEBÛL BIKE’

Norşîn anî ziman ku ruxmî koçber bûne, lê dîsa jî sîstema xwe berdewam dikin û got: “Ev jî ji bo me sekeftineke gelekî mezin e. Em herin ku derê jî ji ber destgirtin, berxwedan û yekitiya me, dewleta Tirk bi me nikare. Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê çawa yekser sîstema me dikin hedef, em jî li dijî êrişên li ser sîstema xwe li her derê li ber xwe didin. Em dixwazin cîhan bi giştî sîstema me êdî qebûl bike.”

‘KOMÎN NÎŞANA BERDEWAMA JIYANA HEVBEŞ IN’

Koçberek ji bajarê Girê Spî yê ji pêhateya Ereb bi navê Ehmed Şênana diyar kir ku bi rêya komînan rêxistina kampê bi rê ve diçe û got: “Komîn ji me re gelekî alîkar in. Bi rêya komînên me rêxistin di kampê de çêbû. Rojane hevserokên komînan serdana konên me dikin û pêwîstiyên me pirs dikin. Komîn jiyana hevbeş nîşan dikin ku pirsgirêkên me jî çareser dikin. Dewleta Tirk a dagirker me neçarî koçberiyê kirin, êdî em dixwazin vegerin warê xwe û dagirkerî bi dawî bibe.”

ANHA


Mijarên Din