Di kolanên Qamişlo de firoşkarên gerok

Piştî ferzkirina qedexeya derketina derve ya bi armanca rêgirtina li pêşiya derketina Koronavîrusê (Covid-19), firoşkarên gerok li navçe, bajarok û taxên bajarê Qamişlo dixuyin.

Kolanên bajarê Qamişlo piştî ferzkirina qedexeya derketina derve hema bêje vala ne. Tenê dengê firoşkarên gerok, bi taybet jî firoşkarên sebze û fêkiyan tê bihîstin.

Di salên dawîn de ji ber zêdebûna hejmara sûkan ên ku piraniya pêdiviyên şêniyan peyda dikin, hejmara firoşkarên gerok li navçe û bajarê herêma Cizîrê kêm bûbû. Heta ku mabû ev pîşe winda bibe. Lê bi ferzkirina qedexeya derketina derve re ev pîşe careke din vegerî.

Piraniya firoşkaran di berbanga sibehê de şiyar dibin û diçin sûkên mezin da ku sebze û fêkî bikirin. Piştre heya piştî nîvro di nav taxan de digerin û kel û pelên xwe difiroşin.

Mihemed Subhî ji du salan ve firoşkarekî gerok e. Mişteriyên wî di nav taxan de hene. Sibhî diyar kir ku piştî qedexeya derketina derve hejmara mişteriyên wî zêde bûye. Subhî debara xwe bi pîşeya xwe li ser erebeya xwe ya ku bi navê "tirêzîne" peyda dike. Girêdayî karê xwe Subhî dibêje: "Ez sebzeyan difiroşim. Armanca min a yekemîn ew e ku pêdiviyên şêniyên taxan peyda bikim."

Subhî destnîşan kir ku ew ê karê xwe heta piştî bidawîbûna qedexeya derketina derve berdewam bike.

Firoşkarê bi navê Bozan Oso diyar kir ku piştî ferzkirina qedexeya derketina derve, dest bi frotina sebze û fêkî di nav taxên bajarê Qamişlo de kiriye. Oso piştî ku dikana wî ji ber rewşa heyî hatiye girtin hewl dide debara xwe bi rêya karê xwe yê nû peyda bike.  Oso, mîna hemû firoşkaran di saetên berbanga sibê de şiyar dibe û diçe Sûka El-Hal. Erebeya xwe ya biçûk bi sebzeya dadigire û di nav taxên bajarê Qamişlo de digere. Bi rêya bilindbêjkê kel û pelên xwe dide naskirin.

Têkildarî wê Oso got: "Ez di saet o5:00`ê sibehê de sebzeyan ji sûka sebzeyan tînim. Saet di 09:00’an de heya piştî nîvro di nav taxên bajêr de digerim. Hewl didim xwe biparêzim. Lepik û mask bikar tînim. Her wiha şêniyan hişyar dikim ku du metreyan di navbera min û xwe de bihêlin. Da ku xwe ji vîrusê biparêzim."

Di berdewama gotinên xwe de Oso destnîşan kir ku karê wî, zexta li ser dikan û sûka navendî kêm dike. Derketina şêniyan ji sûkan re qels dike. Bi vê yekê ihtîmala vegirtina vîrusê kêm dibe.

Şêniyên taxên bajarê Qamişlo diyar dikin ku firoşkarên gerok roleke mezin ji bo peydakirina pêdiviyên wan ên rojane dilîzin. Şêniyê bi navê Ehmed Cuma Ibrahîm got: "Firoşkarên gerok barên me ji bo derketina nav sûkên navendî sivik kir. Buhayên kel û pelên wan guncaw in."

Şêniya bi nave Rewda Ferhan Atiye got: "Bi rêya firoşkarên gerok sebze digihînin ber deriyên malên me. Ev hizir gelekî baş e."

(şx)

ANHA


Mijarên Din