Di komxebatê de: Divê destûra bê mafên hemû pêkhateyan mîsoger bike

Rewşenbîr, siyasetmedar, kesayetên olî û çalakvan gotin, divê destûra nû ya Sûriyê mafên hemû pêkhateyan di ber çavan re derbas bikin û pêşeroja Sûriyê pirrengî, demokratîk, nenavendî be û ne girêdayî olekî yan jî yek netewî be.

Di bin diruşmeya "Projeya bi hev re ber bi beşdarbûneke destûrî baştir ve", komxebateke derbarê destûra nû ya Sûriyê de li hola Burc a bajarê Qamilo hate lidarxistin. Nûnerên partiyên siyasî yên kurdî, erebî, suryanî, rêxistinên jinan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demorkatîk, Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, akademîsyen û kesyaetên siyasî yên serbixwe beşdarî komxebatê bûn.

Di komxebatê de 6 mijarên sereke hatin nîqaşkirin; divê nasnameya dewleta Sûriyê di destûra Sûriyê ya pêşerojê de çawa be?, şelkê herî guncaw û sîstema rêvebirina dewleta Sûriyê di destûra bê ya Sûriyê de divê çawa be?, rola artêş û hêzên ewlekariyê di Sûriyê ya pêşerojê de çi ye?,  asta erkên hatin dayîn û têkiliyên wê bi rêvebirina siyasî çi ye?, girîngiya rewabûna dewletê ji mafên mirovan di destûrê de, çawaniya xistina maf û azadiyan di destûrê de, asta vekirina desthilata siyasî li azadiyên giştî yên gel (Mafên kêmnetew û pêkhateyên din ên Sûriyê) û şeklê aboriya Sûriyê ya pêşerojê û çawaniya belavkirina berheman.

Di nîqaşên beşdaran de hate gotin ku "Divê mafên hemû pêkhateyan di destûra nû ya Sûriyê de were mîsogerkirin, navê Komara Erebî ya Sûriyê bibe Komara Sûriyê û hemû pêkhateyan di nava xwe de bigire, desthilata heyî were restorekirin, ji ber ku li Sûriyê gelek pêkhate, etnîk û netew hene. Sûriya bê divê demorkatîk nenavendî be û ne girêdayî olekî yan jî netewekî tenê be."

Her wiha diyar kirin ku divê berspektîv û nasnameya hemû hêzên aktîv ên li ser erdê yên ku bandore li nasnameya sûrî dikin werin naskirin û dadgeheke destûrî were avakirin ku destûra nû û pêkanîna bendên wê bişopîne, her wiha hate diyarkirin ku divê destûra nû ji aliyê hemû sûriyan ve were qebûlkirin ku mafên wan hemûyan mîsoger bike.

Têkildarî artêşê de nîqaş hatin kirin. Hate gotin "Divê artêş di xizmeta welat û welatiyan de be û welat ji êrişan biparêze. Her wiha hêzên ewlekarî û artêşa ji nakokiyên siyasî werin dûrxistin û serxwebûna xwe biparêze, yanî ne girêdayî serok an wezîrekî be. Divê saziya wê ya taybet bike."

Beşdaran gotin divê artêşa niştimanî ji nû ve were sazkirin ku hemû pêkhateyên Sûriyê di nav xwe de bigire.

Beşdaran destnîşan kir ku divê îtîraf bi mafên diyarkirina çarenûs, mafên mirovan, jin û zarokan di destûra nû de were kirin û koçberên ku bi zorê ji warê xwe hatin derxistin vegerîne. Her wiha xwestin ku destûra bê îtîrafê bi paymanê mafên mirovan û azadiya nêrîn û wekhefteya herdu zayendan bike, her wiha qanûneke nû derbarê pirjinanî, zewicandina zarokan, mafên jinan piştî berdanê û kesên bi temen were dayîn.

Di komxebatê de mijara belavkirina berheman û rewşa aborî di destûra nû ya Sûriyê de hate nîqaşnkirin û ev tişt hatin destnîşankirin: "Divê aborî civakî be, berhem bi awayekî adil li welatiyan werin belavkirin. Divê qanûnên parastina ewlehiya xwerekê, aborî, tenduristî û perwerde werin dayîn û bi belaş an buhayê erzan werin firotin."

ANHA


Mijarên Din