‘Di komxebatê de mijarên girîng hatin nîqaş kirin ku dê bibin mijarên civînên bê‘

Rêveberên beşdarî komxebata Meclisa Jinên Sûriyê bibûn, diyar kirin ku di komxebatê de gelek mijarên girîng ên girêdayî ola Îslamê hatin nîqaş kirin û dê ev mijar di rûniştinên bê de jî werin nîqaşkirin.

Meclisa Jinan a Sûriyê 20‘ê Hezîranê li navçeya Eyn Îsayê komxebata diyalogê bi diruşma ‘Jin û ol...diyalektîka desthilatî û azadbûnê ye’ hat lidarxistin. Zêdetirî 150 kesayetên jin ji meclis, rêxistinan jinan, partî û jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, beşdarî komxebatê bûn. Di komxebatê de 2 aliyên girîng hatin nîqaşkirin ku ew jî wiha ne; rewşa jinê di yekalîbûna ol û bandorên wê de, ji nû ve xwendina ayetên olî û asoyên çareserkirinê.

Rêveberên saziyên jinan ên Reqayê yên beşdarî komxebatê bibûn li ser girîngiya komxebatê nêrînên xwe ji ANHA‘yê re parve kirin.

Berpirsa Mala Jin a Reqayê Zulexya Ebdî got: "Jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dema dagirkirina komên çete de bi navê ol hatibû hedefgirtin. Me dît ku pêwîste bi komxebatên mîna vê komxebatê  werin lidarxistin da ku ola Îslamê bidin naskirin ku ola lêborînê ye.”

Zuleyxa destnîşan kir ku komxebat bi rêya xwegihandina hemû jinan û pênasekirina wan bi rastiya ola Îslamê, dê encamên wê erênî bin. Nemaze ji ber jinên ku tevlî çeteyan bibûn û hişmendiya çeteyan hîna di mejiya wan de maye.”

Zuleyxa got: "Em ê hemleyên zanistî yên jinan li malên wan, an jî li deverên taybet dewam bikin. "

Endama Komîteya Aborî ya Rêveberiya Jinan a Reqayê Dûa El-Hesen ev tişt anîn ziman: "Di komxebatê de me qaûnên ku DAIŞ‘ê bi navê Îslamê ferz kirine nîqaş kirin. Qanûnên ferz kirine, ti girêdana wan bi Îslamê re nînin. Li ser vê esasê nîqaşên girîng hatin kirin."

Endama Rêveberiya Jinan Cîhan Hesen anî ziman ku komxebat gelek mijarên ku DAIŞ’ê berovajî kiribûn, zelal kirin. Cîhan got: “Her wiha deriyê nîqaşê li ser mijarên berê ji bo jinan hatibû qedexekirin vekir. Di komxebatê de  mijarên girîng hatin nîqaş kirin, dibe ku bibe mijarên  civînin bê jî.”

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din