Di komxebatê de pêşangeha ku terora DAIŞ’ê nîşan dide

Di komxebata navnetewî ya tekildarî çeteyên DAIŞ’ê de, wêne, foto û peykerên ku hovîtiya DAIŞ’ê nîşan didin, hatin pêşandan.

Di komxebata navnetewî li cîhanê ya tekildarî çeteyên DAIŞ’ê (Rehend, astengî û stratejiyên rûbirbûnê ) de piştî axaftinan, pêşengeha şêwekariyê û wêneyên şewqê yên girêdayî terora DAIŞ’ê hat vekirin.

Hunerên 16 hûnermendan yên bi navên; Ekrem Zavî, Erdalan Îbrahîm, Issam Issa, Mihemed Sadun, Mihemed Şawiş, Munir Şeheke, Silêman Şêxo, Nalîna Temo, Nashat Amy, Nûrşîn Hesen, Rewana Xelîl, Rodîn Mohuya El Dîn, Rehşan Yusif, Rezan Misho, Romîo Kobanî û Yaer Habîb hûnerên xwe di pêşengehê de pêşkeş kirin.

14 wêne, 2 peyker, 19 karîkatûr, 36 foto di pêşengehê de hatin pêşkeş kirin

Mijarên pêşengehê piranî li ser berxwedana YPJ/YPG’ê yên li dijî terora DAIŞ’ê, koçberî, bêdengiya dewletan, qetilkirina zarokan, êş û xemgîniyan gelê herêmê, fotoyên komkujiyan zindî yên DAIŞ, teslîmiyeta çeteyên DAIŞ cîh girtin.

ANHA


Mijarên Din