Di meşa li Helebê de: Sûriyê bi berxwedana ciwanên xwe dê ji Sûriyan re bimîne

Şêniyên bajarê Helebê, piştgiriya xwe ji Berxwedana Rûmetê re ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê tekez kirin û gotin: ‘‘ Sûriyê bi berxwedana ciwanên xwe dê ji Sûriyan re bimîne.‘‘

Bi armanca piştgiriya Berxwedana Rûmetê û şermezarkirina êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteytên wê yên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusre yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi sedan şêniyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, xwepêşandan lidar xistin.

Xwepêşandanê ji pêşiya hola civînan a rojavayê taxa Şêxmeqsûd destpê kir û di kolanên sereke yên taxê re meşiyan. Xwepêşandêran siloganên silavkirina Berxwedana Rûmetê beriz dikirin û alên YPG, YPJ`ê hilgirtibûn. Her wiha pankartên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û wêneyên komkujiyên dagirkeriyê di der heqê sivîlan de vekiribûn.

Xwepêşandêr li çerxerêya Şehîd Gulê Selmo ya rojavayê taxê sekinîn, paşê deqeya rêzgirtin li ser navê Rêveberiya Taxa Şehîd Rûbar Qamilşo, Ehmed Xelîl û li ser navê Kongreya Star Farjîn Mihemed axivîn.

Kesên axivîne êrişên faşîst ên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusre yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û diyar kirin ku tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyaneke hevbeş derbas dikin, dikarin di çarçoveya sîstema Rêveberiya Xweser de dikarin xwe biparêzin.

Di dawiya de hat gotin ku Sûriyê dê tenê bi berxwedana ciwanên wê, ji tevahiya sûriyan re bimîne.

Xwepêşandan bi siloganên silavkirina Berxwedana Rûmetê bi dawî bû.

(rr)

ANHA


Mijarên Din