Di meşên salvegera "Binkeftinê" de 65 filistînî birîndar bûn

Di meşên bi boneya salavegera 71‘an "Binkeftina Filistînê û koçberkirinê de" 65 Filistînê bi guleyên artêşa Îsraîlê birîndar bûn.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê 65 welatiyên Filistînê di nav de 22 zarok, 5 jin û 3 xebatkarên tenduristiyê birîndar bûn. Wezaretê diyar kir ku di hedefkirina nuqteyên tenduristiyê yên li ser sînor de zerar gihiştin alavên tenduristiyê.

Nûçegihanê me ragihandin ku meş îro danê nîvro destpê kirin û di saetên ber êvarî de bi dawî bû, hêzên artêşa Îsraîlê gule li çalakgeran avêtin,  di encamê de hejmarek kes birîndar bûn.

Çalakgerên Filistînê li ser sînor agir bi dûlabên lastîk xistin û alên Filistînê hilda bûn.

Fermandarê Tevgera Hemasê Îsmaîl Ridwan di daxuyaniyeke çapemeniyê de got: "Sûcên Îsraîlê li dijî gelê Filistînê meşên vegerê û rakirina dorpêçê nasekinîne."

ANHA


Mijarên Din