Di "Meşên Vegerê" de 50 Filistînî birîndar bûn

Filistîniyan çalakiya îro ya "Meşa Mezin a Vegerê û Rakirina Dorpêçê" bi navê "Hilweşa Kongreya Behrênê" bi rêxistin kiribû. Hêzên Îsraîlê mûdaxleya çalakiyê kir û 50 kes birîndar kir.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê standine, 50 filistînî ku beşdarî meşên li ser sînor bibûn, bi guleyên artêşa Îsraîlê birîndar bûn.

Nûçegihanê me diyar kir ku artêşa Îsraîlê bi dijwarî mudaxeleya çalakiyê kir û gule û gazê direşandin.

Girêdayê wê  televîzyona fermî ya Îsraîlê "Kan" ragihand ku, Îsraîlê hişyarî daye Tevgera Hemasê ku heger nepoxên şewatê ber bi herêmên Îsraîlê nede sekinandinê dê dest bi çalakiyên leşkerî bike.

Malpera Wala ya ser bi Îsraîlê ve jî diyar kir ku ji saetên sibehê ve ji ber nepoxên şewatê ku ji aliyê Xezayê ve ber bi mezre û bajarê Xelaf ê Xezayê ve hatin avêtin 16 şewat derketin.

ANHA


Mijarên Din