Di Mihrîcana 4’emîn a Şano ya Şehîd Yekta Herekol de şanoya `Jina bêkes` hat pêşandan

Koma Kevana Zêrîn bi rêya şanoya xwe azara jina zewicî ya ku di nav karên malê û exlaqên hevserê xwe yên ne baş de winda bûye vegot.

 Mihrîcana 4’emîn a Şano ya Şehîd Yekta Herekol, di roja xwe ya 8`an de bi tevlibûnek mezin a hezkiriyên şano, rewşenbîr, nivîskar û şêniyên Qamişlo li ser dika Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê berdewam e.

Îro bi vegotina helbestan bi zimanên Kurdî û Erebî destpê kirin. Piştre Koma Kevana Zêrîn şanoyek bi navê `Jina bêkes` pêşandan. Şano ji aliyê şanogerê cîhanî Derya Fo ve hatibû nivîsandin û Sarya Welat derhêneriya şanoyê kir.

Koma Kevana Zêrîn di şanoya xwe de azarên jina zewicî ya ku di nav karên malê de, exlaqên hevserê wê yê nebaş û danûstandina wî pê re vegot.

 Piştî bidawîbûna şanoyê nirxandin destpê kirin. Di nîqaşan de pesna lîstokvana ku rola jina bêkes lîstiya hate kirin. Her wiha girêdayî dîkor û hindek zeîfbûna peyama şanoyê rexne hatin kirin.

Tê bibîrxistin ku Mihrîcana Şehîd Yekta Herekol a Şano ya 4`emîn bi dirûşmeya `Dengvedana Zeytûnê` di 27`ê Adarê de destpê kiribû dê di 5`ê Nîsanê de bi dawî bibe.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din