Di nav şer de rola xebatkar û bijîşkên Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn

Di nav êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de xebatkarên tenduristiyê û bijîşkên Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn tên hedefgirtin.

Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn a navçeya Til Temirê ji 9’ê Cotmehê ve jiyana gelek mirovan xilas kiriyê û di heman demê de jî gelek birîndaran ji nav şer derxistine.

Beriya Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn Çiya, li navçeya Til Temirê nexweşxaneya Til Temirê xebatên tenduristiyê dimeşandin. Lê di sala 2015’an de ji aliyê çeteyên DAIŞ ve ev nexweşxane hat teqandin. Piştî wê 2 salan bi derfetên kêm Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn Çiya hat avakirin. Şehîd Lêgerîn Çiya di beşa tenduristiyê de xebatên gelek mezin bi rê ve dibir ku navê wê li nexweşxaneyê kirin.

Ev nexweşxane bê perê xizmeta gel dike. Nêzî 100 bijîşk û xebatkarên tenduristiyê li nexweşxaneyê hene. Her wiha 10 xebatkarên biyanî jî lê hene. Piştî hedefgirtina nexweşxaneya li Serêkaniyê xebatkar û bijîşkên nexweşxaneyê li Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn xebatên xwe didin meşandin. 

‘BI DERFETÊN KÊM JIYANA GELEK MIROVAN HAT XILASKIRIN’

Gerînendeyê Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn Hesen Ebdilemîn diyar kir ku nexweşxane bi derfetên gelekî kêm karibû rola xwe bilîzê û got: “Piştî ku dewleta Tirk nexweşxane û nuqteyên tendrustiyê li navçeya Serêkaniyê hedef girtin, Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn bû navenda yekem piştî Serêkaniyê û ya herî nêz di dermankirina birîndaran de. Birîndarên ku dihatin, li gorî derfetan li vir dihatin dermankirin, yên birînên wan giran bûn me emeliyat dikirin û ew bi rê dikirin bajarên Hesekê û Qamişlo. Bijîşk û xebatkarên vê nexweşxaneyê bi derfetên xwe yê herî kêm dikarîbûn jiyana bi sedan mirovan ji şehadetê xilas bike. Li nexweşxaneyê tenê odeyeke emeliyatê heye, gelek caran bi saetan jî birîndar li benda hevalên xwe yên di emeliyatan de diman da ku ew jî were emeliyatkirin.”

‘RÊXISTINÊN TENDURISTIYÊ BI ERKA XWE RANEBÛN’

Ebdilemîn anî ziman ku gelek rêxistinên tendrustiyê dihatin û di aliyê pêşkêşkirina derman û alavên tenduristiyê de soz didan, lê pêk nedianîn û got: “Gotinên wan tenê li ser kaxezê ma. Gelek bijîşkên cîhanê hebûn û diviya bû di van rojan de li vir hazirbana û bi erkê xwe yê mirovî rabana lê mejî û fikirandina wan hemi li ser pereyan bûn. Eger ew bijîşk di vê rojê de bi erkê xwe ranebû wê kengî pê rabe?”  

 ‘TIRS Û XETERE LI SER ME HEBÛ LÊ EM LI WAN HESTAN NEDIFIKIRÎN’

Sûwar Şamî endamê Heyva Sor a Kurd şofêrê ambulansê ye. Şamî ji bo ku birîndaran ji qadên şer derxin, ambulansa wî gelek caran hatiye hedefgirtin. Şamî ji bo hedefgirtina xebatkarên tenduristî wiha dibejê: “ 4 endamên me yên Heyva Sor a Kurd şehîd bûn, 2 endam birîndar bûn, 3 ambûlans jî ji aliyên çeteyên dewleta Tirk a dagirker vê hatin hedefgirtin.  Rexmî wîha jî em karê xwe berdewam dikin.  her çiqas em şehîd û birîndaran jî bidin û ambûlansê me jî nemînîn em ê dîsa karê xwe berdewam bikin. Dema ku em diçûn birîndaran ji nav şer derbixînin me gelekî zexmetî dît. Lê karê me ji ber karê mirovî ye her çiqas em bi tirs jî bûn di encama de me erkê xwe bi cîh tanî. Tirs jî xeterî jî li ser me hebû lê em wan hêstan nedifikîrin tenê jiyana wî birîndarî difîkirin. Hin hevalên me hebûn 2 rojan çêperên şer de man heya ku wan birîndaran karîbûn derbixînin.”

Xebatkarên paqijiyê yên nexweşxaneyê bi rojanê xwîna birîndar şehîdan ji erdê paqij dikin. Hevjînê Alya Suud Hemîd Hebîp beriya 5 salan li navçeya Til-Temir şehîd ketiye.  Alya dema ku her xwînê li erdê dibînê hevjînê wê tê bîra wê û dibejê: "Ev nexweşxaneyê bi xwîna şehîd û birîndaran hatiye paqij kirin. dema ku ez xwîna şehîd û birîndaran paqij dikim ji erdê, ez gelekî têşim. Hevjînê min şehîd Botan tê bîramin. Ji bo min gelekî zexmet ê.”

Cerrah Mihemed Xelef ku di êrişên  dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li ser Serêkaniyê de heya dawî bi hawara birîndara re çû. Niha jî li Nexweşxaneya Şehîd Lêgerîn de karê xwe berdewam dike.

Xelef beriya axaftina xwe dibejê ez li ser sonda xwe kar dikim û wiha lê zêde dike: “Dive bijîşk hemû navbera nexweşa de tu cûdahiyê nekê. Di nav şer de derfetên me gelekî kêm bû. hişmarek zêde birîndar hebûn û li ser sere me balafirên şer, obûs, gulê dihatin avetin. Lê me gûhe xwe digirt û tenê li ser karê xwe lêhûrbûn dikir. Armanca me tenê xizmeta nexweşa ye.  Şerekî ne normal re em rû bi rû man. Birîndarên ku dihatin şewitî bûn û min jiyana xwe giştî de şewatek wiha nedîtibû.”

‘EM NIKARIN BIRÎNDARAN TENÊ BIHÊLIN’

Xelef li ser erkên xwe yên exleqî jî dibejê ku ew nikarin birîndaran tenê bihêlin û got: “Heger bijîşk birîndaran, nexweşan tenê bihelê wê gel jiyana xwe ji dest bide. Beriya her tiştî em mirovin û mirovatiya me jî naye kuştin. Di nav birîndaran de zarok hene mirov çawa wan zarokan tenê bihelê û pişta xwe bide wan?  Em hemû ji bo bi erkên xwe rabin li vir karê xwe dikin.”

ANHA


Mijarên Din