Di nava çend mehan de 2 caran kurm li zadan xist!

Li gundewarên başûrê bajarê Kobanê di çend mehan de 2 caran kurm li zadên şêniyan xistin. Ji ber wê jî moralê cotkaran ketiye.

Îsal tevî barana zêde lê kurm zêde berbelav bûne. Zeviyên derdora gundên başûrê bajarê Kobanê jî para xwe ji van kurman girtin. Ji ber wê mewsim ne baş e û moralê cotkaran ketiye.

Li gundê Şêx Coban ê ku 17 km dikeve başûrê bajarê Kobanê cotkaran zêdetirî 400 hêktar erdên çandiniyê cot kirin û ji nû ve erdên xwe çandin.

Xewnên cotkaran û rastiya rewşa erdan li hev nehatin, ji ber kurm li nava hilberînan derket û mewsim tar û mar kir.

Cotkarê bi navê Ednan Mişel ku ji şêniyên gund e rewşa hilberînê anî ziman û got: "Destpêka mewsimê me genim çand lê kurm lê xist û tevî ku dermanê kêçikan reşand jî lê hilberîna genim mir."

Mişel neçar ma erdê xwe cot bike û ji nû biçîne lê careke din kurmê lê xist û zad kuşt.

Di pêvajoya 2 salên derbasbûyî de erdên gundên Şêx Coban, Mexaric, Dîbrek û erdên gundên derdora başûrê bajarê Kobanê ji ber kurmê mewsim nehat.

Heta niha endezyarên Desteya Çandiniyê nekarîn dermanê kuştina kurmê biafirînin. Cotkaran diyar kir ku kurm dema şilahî hebe di cih de derdikeve.

Cotkarê bi navê Abdullah Osman ku xwedan 50 hektarî ye û kurm li zadê wî xistiye da zanîn ku wan gelek cureyên dermanan reşandine lê nekarîn ne hêkên kurman û ne jî kurman bikujin.

Cotkar dibêjin ku navê kurm, kurmê 2 serî, kurmê spî, yan jî kurmê reş e. Ev kurm bi şev derdikeve û bi roj jî radize.

Tevî ku derman tê reşandin jî lê bandora wê bi barîna baranê re kêm dibe.

 Osman tevî derftên wî yên kêm jî dîsa erdê xwe çand.

Cotkar texmîn dikin ku tekane rêya ji xelasiya vê pirsgirêkê di demsala payîzê de erdên xwe cot bikin lê nikarin vê yekê bikin ji ber mazot kêm e.

Piraniya şêniyên herêma Firatê debara xwe bi zedên bejî pêk tînin.

Lê ji ber baran baş bariya ajokarên derasan, deraseyên xwe çêdikin, piştî meh û nîvekê dê dest bi çinîna zadan bikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din