​​​​​​​Di nava koçberên Efrînê de Laşmanya zêde dibe û dorpêç rewşê dijwartir dike

Di nava koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê dimînin de, laşmanya zêde dibe û Heyva Sor a Kurd şaxê Efrînê da zanîn ku heta niha tu alîkariyên tenduristî ji rêxistinên navneteweyî wernegirtine, jê Xaça Sor. Lê li gel wê jî hikumeta Şamê dorpêç ferz kiriye.

Piştî ku şêniyên Efrînê ji warên xwe koçberî kamp û gundên kantona Şehbayê bûne ku avahiyên wê di encama şerê lê rû daye de berwêrankirî ne, laşmanya belav bûye.

Li gorî daneyên Heyva Sor a Kurd, bi saya tedbîr û şîretên kadroyên navendên tenduristiyê rêjeya pêketina nexweşiyê sala 2020`an li gorî ya 2019`an gelek kêm bûye. Li rex wan hewldanan, hemleyên paqijiyê hatin meşandin û şaredariyên li herêmê dermanên kurmikan li herêmê reşandin.

Hejmara pêketiyan sala 2020`an gihaşt hezar û 191 kesan, lê di sala 2019`an de 3 hezar û 92 bûn.

Endama Rêveberiya Giştî ya Heyva Sor a Kurd şaxê Efrînê Elye Mihemed ji ANHA`yê re axivî û got li gorî daneyên 3 mehên dawîn hejmara pêketiyan hezar û 791 kes e. Elye Mihemed piştrast kir ku hemû pêketiyên laşmanyayê li navendên heyvê têne dermankirin.

7 NUQTEYÊN TENDURISTIYÊ

Li kantona Şehbayê 7 nuqteyên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd hene; li Şêrawa, Til Rifetê, Ehrez, Ehdas, gundê Ziyaretê, kampên Berxwedan û Serdemê.

Ev nuqte ruxmî derfetên sînordar û kêm xebatên xwe rojane pêşkêş dikin. Ji ber ku ji aliyekê ve hikumeta Şamê û ji aliyê din ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, herêm dorpêç kirine.

Elye Mihemed wiha domand: “Laşmanyaya ku bi awayekî mezin li kantonê belav bûye, bi awayekî neyînî bandor li tenduristiya şêniyên Efrînê kir.“

`TUNEBÛNA ALÎKARIYÊ`

Elye Mihemed piştrast kir ku tu rêxistinekê di vî warî de û ji bo peydakirina dermanê bi wan re nebûne alîkar û wiha berdewam kir: “Ev 3 salên ku şêniyên Efrînê ji warên xwe koçber bûne. Me tu însiyatîfeke mirovî ji aliyê tu rêxistinekê ve nedîtine, heta Xaça Sor jî.”

Elye Mihemed ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Heke hinek nexweş nehatin dermankirin, wê nexweşî kevin bibe. Dermanên heyî jî têra tevahiya pêketiyan nake. Hinek hatin dermankirin lê ji ber ku kêm e hinek din jî bê derman mane.”

`DORPÊÇ Û QEDEXEKIRINA DERBASKIRINA DERMANAN`

Elye Mihemed bal kişand ser dorpêçkirina kantonê û wiha axivî: "Kanton dorpêçkiriye lewra derman nagihêjin me. Ji ber wê em tenê dermanên qonaxa yekemîn a nexweşiyê didin."

Elye Mihemed wiha di dawiyê de got : “Derûniya pêketiyên ku ji ber dermanên kêm nehatin dermankirin, gelek xirab e. li gorî cihê mal û çavkaniya nexweşiyê, hinek malbat hene ku hemû endamên wê bi vê nexweşiyê ketine.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din