Di nava mehekê de li herêmên bê çek 927 kes hatin kuştin

Piştî ku şevê din topbarana li herêmên bê çek sekinî bû, îro dîsa balafirên şer ên rejîmê  zêdeyî 19 caran bejahiya Hema û Idlibê mombebaran kir.   ji aliyekî din ve jî, ji destpêka êrîşa li ser herêmên bêçek heta niha 927 kes hatin kuştin.

Piştî ku çend saetan topbarana li herêmên bê çek sekinî bû, dîsa balafirên rejîma Sûriyê û Rûsya dest bi bombebaranê kir û di encama wê de gelek sivîl ji bejahiya Hema û Idlibê hatin kuştin.

Li gorî navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê ku balafiran bajarê Erîha, Meret Naman, Xan Şêxûn, Tirmile, Feqî, Kefer Mûs, Muntif, Tirmila û herêma Cebel Erebîn, kir hedef. Di encama wê de li Meret Naman 2 zarok hatin kuştin û birîndar çêbûn. Dibe ku hejmara qurbaniyan bilind bibe ji ber zêdeyî 19 birîndar hene û rewşa hinekan ji wan xeter e. Her wiha gelek kes di bin bermahiyan de asê mane.

Navendê tekez kir ku helîkopteran îro di saetên sibê de 2 bermîlên teqemenî avêt gundê Şehrenaz ê Sehil Xab. Her wiha hêzên rejîmê devirin ji gundê Kersa yê bejahiya başûrê Idlibê îro di saetên sibê de topbaran kir. Çeteyên Tirkiyê jî bi moşekan Hihbet Cib Rimle ya bejahiya rojavayê Hemayê kir bombebaran kir bêyî ku ziyanên mirovî çêbibin.

Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê ku ji destpêka şerê dijwar li herêmên bê çek ji 30`ê Nîsanê û heta 30`ê Gulanê hejmara kuştiyan bûye 927 kes.

Navendê destnîşan kir ku di nava kuştiyan de 305 sivîl ku ji ber topbarana rejîmê, balafirên wê yên şer, balafirên Rûsya û topbarana komên çete yên girêdayî Tirkiyê hatine kuştin. Her wiha jê 353 çete û 269 endamên hêzên rejîmê  ne.

(bx)


Mijarên Din