Di nava nerehetiyê de..danûstandin û gef di navbera Washington û Pekînê de

Îro di nava nerehetiya ji encamên gefên her du hêzên mezin, bo ferzkirina bergiriyên parastina nû, Amerîka û Çînê li Washingtonê ji bo danûstandinên bazirganî li hev kom bûn.

AFP`ê diyar kir ku rêveberiya Trump, Pekîn ji sozên xwe yên sereke vekişiya û di vê çarçoveyê de serokê Amerîkayê Doland Trump wiha got:"Zêdekirina gumrikê nirxê 2 milyar dolar, derbarê kelûpelên Çînî ya ku destpêka Çilê de hatibû rawestandin, wê roja înê bikeve meriyetê.”

Trump beriya çend saetan ji destpêkirina danûstandinên bazirganî yên di navbera her du welatan de, Çîn derbarê binpêkirina hevpeymana bazirganî ya bi her du welatan re tewanbar û Amerîkayê der barê bilindkirina nirxê gumrika li ser dahuteyên Çînê ji 10 % ber bi 25% ve gef xwarin.

Îro piştî nîvro dê Cîgirê serokwezîrê Çînê Leo ye, bi nûnerê aborî yê Amerîkayê Robert Laitheiser re, li buroyê Robert ya li Washingtonê bicive.

(eh)


Mijarên Din