Di nava sal û nîvekî de sûcên li Efrînê

Ji destpêka êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî kantona Efrînê ve bi kêmanî 227 sivîl hatin qetilkirin û 638 jî birîndar bûn.

Ev salekî û nîv e ku dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li kantona Efrînê  binpêkirin, sûcên şer û komkujiyan li dijî şêniyên Efrînê didomînin. Ev binpêkirin  li gel bêhelwestiya civakî navdewletî her ku diçe zêdetir dibe.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Efrînê ya ji destpêka êrişan ve sûcên dagirkeriyê belge dike, artêşa Tirk adagirker û çeteyên wê ji destpêka êrişên li ser kantona Efrînê di 20‘ê Çileya 2018‘an ve 167 zilam, 28 jin û 32 zarok qetil kirin û zêdeyî 638 birîndar kirin, di nav de 87 zarok hene.

Rêxistina Mafên Mirovan bi kêmanî 6 hezar bûyerên revandinê di nav de revandina jin û zarokan belge kirin, zêdeyî 3 hezaran kesên hatine revandine jî çarenûsa wan ne diyar e.

Binpêkirinê dagirkeriyê li dijî mirovahiyê sînordar neme, di heman demê de destdirêjî xwezayê û dîrokê kirin. Dagirkeriyê zêdeyî 15 hezaran darên zeytûnan ku temenê wan vedigera 70 salan, 15 hezar darên merx û 10 hezar darên sindiyan û 3 hezar cûreyên din birîn.

Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir ku ji 3 heta 5 milyon dar bê parastin mane û ji aliyê dagirkeriyê ve hatin talankirin, her wiha destnîşan kir ku bi nêzîkbûna mewsimê hilbirînê re hejmar ber bi zêdebûnê ve diçe.

Beriya dagirkirina Efrînê 300 kargehên givaştina zeytûnan û 17 kargehên bîrînê li Efrînê hebûn, ji wan 160 kargehên givaştinê û 10 yên bîrînê man. Dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li li xwediyên kargehan bacan ferz dikin.  Ji ber van kiriyaran çandinî û çêkirina sabûnan li kantonê paş kir. Dîsa jî berhemên sewlatdariyê ji sedî 25 daketin û hemû medcene hatin girtin.

Daneyên ku Rêxistina Mafên Mirovan ên derbarê binpêkirinên dagirkeran li Efrînê dane hemûyan di nav xwe de nagire, ji ber gelek cih ku binpêkirin lê têne kirin agahî der barê wan de nayên bidestxistin.

ANHA

 


Mijarên Din