Di navbera artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de nakokî derketin

Li bajarê Girê Spî nakokî di navbera komên çeteyan û artêşa Tirk a dagirker de hene. Leşkerên dewleta Tirk nahêle çete vegerin Idlibê û dibêje yan li Girê Spî bimînin yan jî biçin Lîbyayê.

Çavkaniyekî ji bajarê Girê Spî ya ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirine, ji ber sedemên ewlehiyê nexwest navê xwe eşkere bike got, hinek çete dixwazin ji wan herêman derkevin û biçin cem malbatên xwe li parêzgeha Idlibê ya ku ji hêla rejîma Sûriyê û Rûsyayê ve tê topbaran kirin.

Li gorî agahiyên ku çavkanî eşkere kirine, dewleta Tirk nahêle çete vegerin parêzgehê ji ber vê yekê çete rêyên ne rewa bikar bînin, di encamê de artêşa Tirk a dagirker wan dike hedef.

Çavkanî diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li çeteyan şert dike ku biçin Lîbyayê piştre wê vegerin Idlibê.

Girêdayî heman mijarê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di demek berê de eşkere kiribû ku 300 çete gihaştine Lîbyayê. Her wiha hejmara çeteyên ku di baregehên leşkerî yên Tirkiyê de perwerdeyên xwe dibînin di navbera 900 heya hezar çete ne.

Çavkanî eşkere kir ku artêşa Tirk a dagirker ji komên çeteyan xwestiye binpêkirinên xwe li dijî şêniyên herêmê yên resen zêde bikin da ku wan neçarî koçberiyê bikin. Ev jî rê li pêşiya Tirkiyê vedike da ku çeteyan bîne herêma dagirkirî bi armanca demografiya wê herêmê biguhere.

(şx)

ANHA


Mijarên Din