Di navbera berjewendiyên herêmî û navdewletî de 7 salên dijwar ên Sûriyê - 2

Di çend salên dawîn ên aloziya Sûriyê de, êdî berjewendiyên hêzên ku destwerdana Sûriyê kirine, dijberî hev tên. Êdî rejîm bû girêdayî Rûsya û Îranê, muxalefet jî bû alava di destê Tirkiyê de û Tirkiye jî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Lê tenê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên xwe rizgar kirin û terora ku bûbû belaya serê cîhanê, têk birin.

YEHYA EL-HEBÎB / NAVENDA NÛÇEYAN

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê DAIŞ di aliyê erdnîgarî de têk bir

Piştî destwerdana li Sûriyê, hêzên derve Sûriye di nava xwe de dabeş kir û her aliyekî hewl da ku parçeyê herî mezin ji bo xwe bibe. Lewre dest bi civînan kirin, lê berjewendiyên wan ne wekî hev bûn. Ji ber vê yekê nakokiyên wan zêde bûn û di encamê de xwîna gelê Sûriyê hate rijandin.

Di nava salên aloziyê de, di bin sîwana hevpeyman û agirbestan de, nexşerêya kontrolkirina axa Sûriyê hate guhartin, bi wê re jî gelek hevalbendî hatin guhertin.

9 civînên Cinêvê û hewldanên têkçûyî

Heta niha ku 9 danûstandinên Cinêvê hatin lidarxistin, neghîştin tu encamekê. Tevî ku di her danûstandinekê de, bi gelek biryaran bi dawî bûn, lê ev biryar li ser erdê neketin meriyetê.

Danûstandina yekemîn a Cinêvê, di 30`ê Hezîrana 2012`an de li ser banga nûnerê navneteweyî yê ji bo Sûriyê Kofî Annan û koma xebatê ya ji bo Sûriyê hate lidarxistin. Ji gelek sedeman ev civîn bê encam bû, ji wan ji ber ku nûnerên gelê Sûriyê nehatin vexwendin û gelek aliyên têkildarî aloziyê der barê xalên hevpeymanê taybet çarenûsa Esed de pêk bianiyana.

Danûstandina duyemîn a Cinêvê di 22`ê Çileya 2014`an de hate lidarxistin. Di vê danûstandinê de, nûnerê navneteweyî yê ji bo Sûriyê Kofî Annan erka xwe radestî Exder El-Ibrahîm kir. Di vê danûstandinê de jî, nûnerên rast ên gelê Sûriyê û di serî de nûnerên Kurdan ku beriya danûstandinê bi rojekê, Rêveberiya Xweser li Bakurê Sûriyê ragihandin, nehatin vexwendin. Ev yek jî li gorî xwesta  dewleta Tirk a ku hişt aloziya Sûriyê bi rêya desteka pereyan û vekirina sînorê xwe ji komên çete û terorîst re, kûrttir bibe, pêk hat. Ji ber van sedeman jî, danûstandina duyemîn jî têk çû.

Di danûstandina sêyemîn a Cinêvê de, careke din nûnerê navneteweyî ji bo Sûriyê hate guhartin û li şûna Exder El-Îbrahîm, De Mistura hate erkdarkirin. Beriya vê danûstandinê, Rûsyayê destwerdana aloziya Sûriyê kir û deng li ser erdê li gorî berjwendiyên rejîmê hatin guhartin. Piştî destwerdanê, yekser dewleta Tirk, Siûd û Qeter şandeyek ava kir û ev şande li bajarê Riyadê yê Siûdiyê di 10`ê Kanûna 2015`an de civîna xwe li dar xist û piştre navê wê kirin “Desteya Bilind a Danûstandinan”. Eseed El-Zubî bû rêveberê Desteya Bilind a Danûstandinan û ji fermandarên çeteyên Ceyeş El-Fetih Mihemed Elûş cihê xwe di danûstandina de girt. Ji ber ku nûnerê gelê di danûstandina sêyemîn a Civênê de ku di 29 Çile heta 3`yê Sibatê hate lidarxistin ne amade bûn, ev danûstandin jî têk çû.

Di danûstandina çaremîn a Cinêvê (23’yê Sibatê - 3`yê Adara 2017) de li ser çar xalan peyman hate çêkirin. Xalên ku li ser hatin lihevkirin ev in: Avakirina sîstemekê netaifî, danîna reşnivîsa destûra nû, pêkanîna hilbijartinan, danîna stratejiyekê ji bo têkoşîna li dijî terorê û ji hev bawerkirin”, lê yek ji van xalan tevlî ku 6 meh li ser re derbas bûn, pêk nehatin.

Danûstandina pêncemîn di 23`yê Adara 2017`an de bi hevdîtinan dest pê kir. Di 27`ê Adarê de, jî bi civînên fermî bi amadebûna heman aliyên ku berê beşdarî danûstandinan bûne û nûnerên rasteqîn têde ne amade bûn, destpê kir. Di nîqaşa ku 8 rojan dewamkirî de, 4 xalên ku di danûstandina 4`emîn de hatin girtin de, hatin vegotin û her aliyekî nêrîna xwe der barê her çar xalan pêkêşî nûnerê navneteweyî Dê Mistura kir.

Danûstandina 6`emîn a Cinêvê di 16`ê Gulana 2017`an de bi amadebûna heman aliyên berê hate lidarxistin. Balkêş bû ku di vê danûstandinê ne, nûnerê navneteweyî hevdîtinên ne yekser di navbera nûnerên rejîmê û qaşo hêzên muxaleftê de pêk anîn. Lê gelê Sûriyê pişta xwe neda vê danûstandinê jî, ji ber ev danûstandinê jî têk çû.

Danûstandina 7`emîn a Cinêvê di 11`ê Tîrmeha 2017`a bi amadebûna heman aliyan(rejîma Sûriyê, muxalefat girêdayî derve) hate lidarxistin. Di vê danûstandinê jî, nûnerê rast ên gelê Sûriyê nehatin vexwendin. Danûstandin 4 rojan bê encam dewam kir. Tîma navneteweyî mijara têkoşîna li dijî terorê bi rejîmê re nîqaş kir. Her wiha bi Desteya Bilind a Danûstandinan jî mijara veguhstina siyasî nîqaş kir. Aliyên navneteweyî ji bo vê danûstandinê bê hêvî bûn. Beşdarên danûstandinê bi xwe jî, diyar kirin ku ev danûsandin tenê windakirina demê bû.

Di danûstandina 8`emîn a Cinêvê de(28`ê Cotmehê-14`ê Kanûna 2017`an) , nûnerê navneteweyî têkçûna danûstadinê ragihand û got: “Me tu danûstandinên rasteqîn pêk neanîn û hikumet hewl nade ku danûstandineke rasteqîn pêk bîne, ev cihê mixabeniyê ye. Şandeya rejîmê xwesst ku daxuyaniya “Riyad 2”li beramberî destpêkirina danûstandina yekser bi desteya danûstandinê re, were betalkirin.

Di danûstandina 9`emîn de, nakokiya Rûsya, Tirkiyêeû Îranê û gurkirina şer li Idlibê derket holê. Rejîma Sûriyê jî, belgeya ku ji aliyê 5 dewletên rojavayî û Erebî ji bo çareserkirina siyasî li Sûriyê li gorî biryara navneteweyî ya 2254’an hatibû pêşkêşkirin, red kir.

Sûriye û hesabên desthilatdariyê bi rêya peymana Astanayê

Şerê li Sûriyê ne tenê sînor ji bo destwerdanê û şerê derve vekir, di heman demê de careke din mêtingerî û jinûve danîna nexşereya Sûriyê û cîranên wê, zindî kir. Ev mêtingerî jî pêwîstiya xwe bi sîwaneke siyasî hebû. Bi rêya hevpeymana Astana dewleta Tirk a ku qaşo dijminê rejîmê bû, bi awayekî veşartî bû koleyê rejîmê. Rûsya jî bi rêya peymana herêmên kêmkirina şer, hîşt ku rejîma Sûriyê bi alîkariya Tirkiyê careke din gelek erdîngariya Sûriyê bixe bin serweriya xwe.

Gelek danûstandinê Astana pêk hatin. A yekemîn, di 23`ê Çileya 2017`an de pêk hatin. Ev danûstandin tu çareserî ji êş û azarên gelê Sûriyê re neanî, berovajî wê berjewendiyên Rûsya, Tirkiyê û Îranê pêk hatin û bi rêya biryara herêmên kêmkirina şer, dagirkeriya Tirk û destwerdana wê rewa kirin.

Li gorî vê peymanê, Sûriyê di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê de tê dabeşkirin. Hinek caran berjewendiyên van hêzên yek, lê hin caran jî berjewendiyên wan ne wekî hev in. Li parêzgeha Idlibê berjewendiyên Tirkiyê, Rûsya û Îranê wekî hev bûn. Dewleta Tirk piştî dagirkirina Ezaz, Cerablûs û Babê, xwest parêzgeha Idlibê jî dagir bike da ku Efrînê hîn zêdetir dorpêç bike. Rûsya jî dixwest li bajarê Dêrazorê DAIŞ`ê tune bike. Îranê jî dixwest bajarê Bûkemalê kontrol bike, da ku xeta bejahî ya navbera Tehran, Şam û Beyrûtê vebike û xeyala we ya Kevana Şiî bicih bîne.

Li ser vî esasî, dewleta Tir beşek ji Idlibê dagir kir  û li ser sînorê bi kantona Efrînê bicih bû û bi vê yekê dewleta Tirk kantona Efrînê di aliyê Idlib, Ezaz û sînorê Tirkiyê de dorpêç kir. Rûsya û Îranê jî dest bi şerê li dijî DAIŞ`ê kirin. Hevpeyaman Astana piştî gelek lihevkirina û ya herî dawî jî radestkirina Xûta Şerqiyê beramberî Efrînê bû, dewam kir. Dewleta Tir hîşt ku çete tevî malbatên xwe ji Xûta derkevin û Xûta radestî rejîma Sûriyê bikin, ev yek jî li beramberî dagirkirina Efrînê ku di 20`ê Çileya 2018`an de dest bi êrîşê kir.

Hevpeymana Astanayê û herêmên kêmkirina şer ber bi ku ve diçin?

Piştî ku Rûsya ji herêmên kêmkirina şer sûd wergirt da ku rejîm careke din gelek erdîngariya Sûriyê bi dest xist, êdî berjwendiyên van dewletan li dijî hev dibin û nexasim li Idlibê. Dewlet Tirk ku destek dida komên terorîst li Idlibê xitimî. Dewleta Tirk hewl dide çeteyên xwe bixe nava rêxistinên nû da ku beşdarî komîteya destûrî bike, lê Rûsya vê yekê red dike û dixwaze ku dewleta Tirk van rêxistinan ji hev bixe û cihê wan radestî rejîmê bike.

Tirkiye di navbera Rûsya û DYA`yê de winda bûye

Di çirava Idlibê de, rewşa dewleta Tirk ku diçe kembaxtir dibe, carne dibe hevkarê Rûsya û carne jî dibe hevkarê Amerîka. Divê dewleta Tirk biyara xwe bide, yan bibe hevkarê Amerîka û bi vê yekê wê hebûna xwe li Idlibê û Sûriyê giştî winda bike, yan jî bibe hevkarê Rûsya û bi vê yek jî wê hêviyên xwe yên êrîşkirina li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut bibin.

Nermbûna zimanê herêmî û navneteweyî li dijî rejîmê û gurkirina li dijî Îranê

Piştî bûyerên ji aloziya Sûriyê me bibîr xistin, em dibînin ku hewldana dewleta Tirk a rûxandina rejîmê, têk çûn. Lewra berê çek û çeteyên xwe dane Kurdan û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Her wiha helwesta piraniya dewletên Kendavê û rojavayî hatiye guhartin. Daxwaza rûxandina rejîmê ji nava daxuyaniyên wan rabûne. Di demên dawî de jî, nêzikbûna dewletên erebî ji bo Şamê hene.

Di heman demê de, bi nêzikbûna dewletên Erebî ji Şamê re, nakokiya Rûsya û Îranê derket holê. Li gorî çavdêran Îran ji siyaseta Rûsya aciz e. Tê gotin ku Rûsya wê destûr bide da ku Îran hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne.

DAIŞ’a ku gef li cîhanê dixwarin, îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk diçe

Tevî van hemû bazarên  siyasî yên qirêj, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rewş gelekî cûda bû. Pêkhateyên vê herêmê şerê li dijî terora ku gef li hemû cîhanê dixwar berdewam kir. Ev serkeftin li xweşiya Tirkiyê naçe, lê mohreke xwe ya dîrokî li tevahiya cîhanê ku êdî nayê jibîrkirin, hişt.

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne tenê serkeftinên leşkerî bidestxistin, di heman demê de di encama keda hatî dayîn de, Rêveberiyên Xweser li herêmên rizgarkirî ava kirin û li gorî pirbûna gelan û taybetmendiyên wan, qanûnên jiyanê danîn.

Di 6`ê Îlona 2018`an de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gaveke nû ber bi azadiyê ve avêt. Meclisa Sûriya Demokratîk, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo meclisên sivîl û Rêveberiyên Xweser ava kir.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herêmên Sûriyê yên herî zêde ku ewlehî û pêşketin tê de heye  û bûne hêviya hemû gelên Sûriyê.

(kc)

ANHA


Mijarên Din