Di navbera çeteyên Tirkiyê de şer derket

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û çeteyên Ceyş Ehrar de li gundê Tilîhe yê rojhilatê parêzgeha Idlibê şer derket, her wiha çete parêzgeha Helebê topbaran dikin.

Li gundê Tilîhe yê rojhilatê parêzgeha Idlibê di navbera çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam û çeteyên Ceyş Ehrar de şerekî dijwar derket. Şer, ji ber girtina çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam a ser bi gund de ku li kesên ku ji aliyê wan ve têne xwestin digerin, derket. Dema ku çeteyên Ceyş Ehrar nehişt çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam wan kesan bigirin, şer derket.

Di encama şer de kuştî û birîndar ji her du aliyan çêbûn.

Topbarana li ser Helebê

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama topbarana çeteyan a li ser taxên Hemdaniye, Ezemiye yên Helebê yên di bin serwerya hêzên rejîmê de sivîlek hat kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

Topbaran piştî kêmî 24 saetan ji topbarana li ser taxa Heleba Nû û derdora Minyanê pêk hat.

(bx)


Mijarên Din