NÛÇEYÊN LEZGÎN! Li Minbicê teqînek pêk hat

Di navbera Enqere û Moskovê de nakokî zêde dibin

Bi bilindbûna şerê di navbera hêzên rejîmê bi alîkariya Rûsyayê û komên çete yên Tirkiyê li herêmên bi navê "kêmkirina şer" nakokiyan di navbera Moskov û Enqereyê de dest pê kir.

Reutersê ragihand ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan şevê din bi rêya telefonê bi serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re banga rêzgirtina agirbesta li parêzgeha Idlib a Sûriyê kir.

Di daxuyaniya serokkomariya Tirkiyê de hate diyarkirin ku Erdogan wiha gotiye: "Girîng e di zûtirîn demê de agirbest li Idlibê pêk were, da ku careke din li çalakiya dîtina çareseriya siyasî ji aloziya Sûriyê re bê dîtin."

Li aliyekî din jî di daxuyaniya Rûsyayê de nakokiyeke mezin ji daxuyaniya Tirkiyê hebû. Di daxuyaniya serokatiya Rûsyayê de girîngiya dewamkirina şer hate destîşankirin. Reuters jî teqez dike ku nakokiyên mezin der barê vê dozê de di navbera Moskov û Enqereyê de hene.

(jo)


Mijarên Din